Dinya

Îsraîlê ji hewayê êrîşî Sûriyeyê kir

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku "Teyareyên şer ên artêşa Îsraîlê gelek ciyên Sûriyeyê bombe kirin" lê belê nehat gotin ku hedefên hatin bombekirin yên kê ne.

17.03.2017 - Rojanekırın : 18.03.2017
Îsraîlê ji hewayê êrîşî Sûriyeyê kir

Quds

QUDIS

 Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku "Teyareyên şer ên artêşa Îsraîlê gelek ciyên Sûriyeyê bombe kirin" lê belê nehat gotin ku hedefên hatin bombekirin yên kê ne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyonê da bi balafirşikênan va bersiv dan teyareyên Îsraîlê û wiha hat gotin: "Rokêtên ku ji Sûriyeyê hatin avêtin bi destê sîstema parastina hewayê ya Îsraîlê ve hatin îmhekirin."

Seranserê şevê dengê teqînan ji Quds û Şerîeya Rojavayê yên dagirkirî û hin herêmên Îsraîlê hat bihîstin, sîrenan lê xist û artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew ê der barê bûyerê da daxuyaniyê bide.

Îsraîl ji sala 2011î ya ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir vir da îdia dike ku ji Sûriye û Girên Golanê rokêtan diavêjin welatê wan û carcaran operasyonan dibe ser Hizbullaha ku bi piştgiriya Îranê dixebite û ciyên leşkerî yên rejimê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın