Dinya

Îsraîlê êrişa esmanî bir ser Xezzeyê

Jetên Îsraîlê li 3 kozikên Tûgayên Izzeddîn el-Qessam dan

İbrahim Atmaca  | 18.12.2017 - Rojanekırın : 19.12.2017
Îsraîlê êrişa esmanî bir ser Xezzeyê

Gazze

XEZZE 

Hat ragihandin ku jetên Îsraîlê li Xezzeyê li 3 kozikên Tûgayên Izzeddîn el-Qessamê ku şaxa leşkerî ya Hemasê ye, dan.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên emniyetê yên Filistînê hatin hildan, jetên Îsraîlê li bakurê rojavayê Xezzeyê êrişî kozikên El-Behriyye, Eskalan û El-Wahayê kir. Di êrişê da tiştek bi kesî nehat.

Polêsê Îsraîlê duh daxuyanî dabû û îdia kiribû ku ji Xezzeyê du roket hatin avêtin û yek jê li qadeke vala a herêma Eskalanê ket, di bûyerê da tiştek bi kesî nehat.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın