Jiyan

Bi piştgiriya dewletê salê 8 ton hingiv bi dest dixe

Betul Gulera li Mûşê dijî bi saya piştgiriya Lijneya Piştgiriya Pêşkatina Çolter û Çandiniyê salê 8 ton hingiv bi dest dixe.

20.09.2017 - Rojanekırın : 26.09.2017
 Bi piştgiriya dewletê salê 8 ton hingiv bi dest dixe

Muş

MÛŞ

Li Mûşê Betul Gulera dayika 3 zarokan bi piştgiriya dewletê salê 8 ton hingiv derdixe.

Gulera ku li gundê Savaşçilara li ser ê navenda Mûşê dijî ji Lijneya Piştgiriya Pêşkatina Çolter û Çandiniyê ji bo projeya xwe ya 112 hezar lireyî 57 hezar lire hîbe hilda.

Bi saya vê hîbeyê Betul Gulerê hejmara kewarên xwe ji 300î derxiste 500î, hingivê ku salê derdixe jî ji 4 tonî derxiste 8 tonî.

Gulerê ji nûçegihanê AAyê re got armanca wê ew ku ew salê 10 ton hingiv derxe û wiha axivî: "Mêşvanî karekî zor e. Ji bo jinan zehmettir e. Berê jin ditirsiyan û ev kara nedikirin. Mêrê min mêşvaniyê dike, piştî ku ez zewicîm min jî dest bi vî karî kir. Ew alîkariya min dike û karê min baş dimeşe. Bi saya vê hîbeyê em gihîştîn asteke baş. Berê debara me nebaş bû, lê niha derfetên me baştir in. Ez him zarokên xwe xwedî dikim û him jî mêşvaniyê dikim."

Beytullah Uygurê Kordînatorê Mûşê yê Lijneya Piştgiriya Pêşkatina Çolter û Çandiniyê jî got ew wek sazî piştgiriyê didin jinan û wiha axivî: "Dema ku proje tên hilbijartin di asta hilbijartinan de 10 puan avantaja jinan heye û jin pêştatir in. Ji ber vê projeya Betul Gulerê hat qebûlkirin û piştgiriya wê hat kirin. Jê ra makîne hat kirîn û pere hat dayîn. 5 sal ewê bê şopandin. Emê her sal herin ziyareta kargeha wê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın