Jiyan

2 hezar sal şûnda cezayê sirgunê hat betalkirin

Meclisa Bajêr a Romaya di salvegera 2 hezarî ya mirina Ovîdîusê helbestvan da cezayê sirgûnê yê ku dabûnê betal kir.

Haydar Şahin  | 15.12.2017 - Rojanekırın : 16.12.2017
2 hezar sal şûnda cezayê sirgunê hat betalkirin

Roma

ROMA

Meclisa Bajêr a Romaya peytextê Îtalyayê di salvegera 2 hezarî ya mirina Ovîdîusê helbestvan da cezayê sirgûnê yê ku dabûnê betal kir.

ANSAya ajansa Îtalyayê diyar kir ku Meclisa Bajêr a Romayê 2 hezar sal şûn da cezayê ku Augustusê Împaratorê Romayê dabû Ovîdîusê helbestvanê edebiyata latînî betal kir.

Cezayê sirgûnê bi pêşniyaza Tevgera 5 Sitêrkan a mixalifan va li Meclisa Bajêr hat betalkirin.

Tevgera 5 Sitêrkan got ji bo ku mexdûriyeta Ovîdîus ji holê rakin pêşnûma dan.

Vergîlîus, Horatîus û Ovîdîusê ji helbestavnê bi nav û deng ê heyama Romayê di sala 8an da sirgûnê Kostenceya di nav sînorê Romaya îro da ye kiribûn. Helbest van ji vê tarîxê pê va qasî 9 salan li Kostenceyê rûdinê.

Ovîdîus bi 15 pirtûkên xwe yên wek "Metamorfoz" û " Hunera Eşqê" va tê zanîn. Helbesta Ovîdîus a bi navê "Hero û Leandros" berhema herî kevn e ku qala Birca Keçikê ya li Stenbolê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.