Jiyan

Boriyên şebekeyê yên qerimî bi hulmê vedikin

Li Tirkiyê bajarê herî sar bajarê Erdexanê ye. Li bajêr mehên zivistanê pirsgirêka herî mezin ew e ku boriyên şebeka avê diqerisin. Yusuf Îvgînê ku hosteyê înşaetê ye jî bi hulmê boriyan vedike û ava millet ji hev naqete.

08.12.2016 - Rojanekırın : 13.12.2016
Boriyên şebekeyê yên qerimî bi hulmê vedikin

Ardahan

ARDAHAN

Li Tirkiyê bajarê herî sar bajarê Erdexanê ye. Li bajêr mehên zivistanê pirsgirêka herî mezin ew e ku boriyên şebeka avê diqerisin. Yusuf Îvgînê ku hosteyê înşaetê ye jî bi hulmê boriyan vedike û ava millet ji hev naqete.

Li Erdexanê vê gavê germa hewayê di bin sifrê da 28 pile ye.

Li bajêr bi taybetî ji meha mijdarê pê va hewa pir sar dibe û borî diqerimin û şebekeyên avê cemed digrin.

Welatî ji ber vê pirsgirêkê hin caran bi rojan bê av dimînin.

Lê Yusuf Îvgînê ku hosteyê înşaetê ye, hewara millet diçe û ew û kurê xwe yê Celal Îvgîn boriyan vedikin.

Bav û kur havînê di înşaetan de dixebitin û debara xwe dikin, zivistanê jî boruyên avê yên ku qeşa girtine bi hulmê ve dihelînin.

Yusuf Îvgîn û kurê wî boruyeke zirav a bi navê "turnike" dixin hundirê boruya kaniyê û hulmê berdidin hundir. Bi saya vê xebatê qeşa dihele û av ji boruyan derbas dibe tê.

Yusuf û Celal Îvgîn ji bo boruyên plastîk hilmê didin hundirê boruyê, lê ji bo boruyên hesin jî ceyranê dixebitînin û qeşayê dihelînin.

Bav û kur boriyên hesin ên qerimî bi piranî bi rêbaza dûkelê dihelînin.

Bav û kurê ku bi vê rêbazê va gelek borî an jî şebekeya avê yên qerisî vedikin, gelek bextewar in ku hem pere qazanc dikin û hem jî xizmeta gel dikin.

Yusuf Îvgîn destnîşan kir ku ew rojê 5 an jî 40 şebekeyên qerisî vedihelînin û xizmeta gel dikin.

Îvgîn got ku ew zivistanê ji gel ra xizmeteke bi vî rengî dikin û ji ber hindê ew gelekî bextewar in û wiha pê da çû:

"Zivistanê vekirina şebekeyên qerisî karê min e. Ez xizmeteke baş ji însanan ra dikim. Kêfxweşî û bextewariya vê têra min dike. Ez û kurê xwe Celal em bi kêfxweşî vî karî dikin. Cara ewil min ev rêbaza dûkelê anî Erdexanê."

Yusuf Îvgîn got ku ew 50 salî ye û heta niha tu serma wiha wî nedîtiye.

Sekreterê Gişkî yê Odeya Sanayî û Bazirganiya Erdehanê Îbrahîm Tirpanci daxuaynd ku îsal ji ber sermayê gelek şebekeyên avê cemed girtine. Tirpanci got ku hinek xebatkarên wan şev bi xeletî vanaya mezin girtine û ji ber vê yekê ew wan nikaribû avê bidin saziyên bajêr. Tirpanci wiha axivî:

"Ev sê roj bû me av nedida saziyan. Lê Xwedî ji Yusuf îvgîn razî bibe bilez gihişt û arikariya me kir. Hostayê me got bi sîstema hilma germ ew dikare vanayan veke. Wisa jî kir. Em gelekî spasiya wî dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın