Jiyan, archive

Bûtona "neecibîne" li Facebookê zêde dikin

Avakarê Facebookê Zuckerberg daxuyand ku dê bûtona "neecibîne" li malpera parvekirinên civakî zêde bikin.

16.09.2015 - Rojanekırın : 16.09.2015
Bûtona "neecibîne" li Facebookê zêde dikin

ANKARA
 
Avakarê Facebookê Mark Zuckerberg daxuyand ku dê bûtona "neecibîne" (dislike) li malpera parvekirinên civakî zêde bikin.

Li gorî nûçeya BBCyê, Zuckerbergê 31 salî di civîna Facebookê ya li navenda wê ya giştî ya li California Menlo Parkê de diyar kir ku Facebookê di demeke nêz de bûtona "neecibîne" biceribîne û wiha got, "Ji 2009an û vir ve piştî ku me bûtona "biecibîne" (like) lê zêde kir û şûnde hin bikarhêner herdem bûtona "neecibîne" taleb dikin."

Zuckerberg destnîşan kir ku îro ji bo wan rojeke taybet e û wiha xeberda, "Ji ber ku ez eşkere dikim ku di demeke nêzîk de emê vê bûtona ku ev heyameke dirêj e em li ser dixebitin, biceribînin."

Mark Zuckerberg bal kişand ku ew naxwazin bikarhêner bi vê bûtona "necebîne"yê ve parvekirinên bikarhênerên din "bilewitînin" û wiha got, "Bikarhêner, dema ku tiştekî 'xembar' hat parvekirin dê vê bûtonê bi kar bînin û bi vî hawî dê nerazîbûna xwe nîşan bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın