Jiyan

Ciwanên Diyarbekirê di nimêja sibê da hatin ba hev

Li Diyarbekirê ciwan di çarçoveya çalakiya "Ciwan Di Nimêja Sibê Da Dicivin" da li mizgeftan kom bûn û nimêja sibê kirin.

24.02.2017 - Rojanekırın : 26.02.2017
Ciwanên Diyarbekirê di nimêja sibê da hatin ba hev

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Diyarbekirê ciwan di çarçoveya çalakiya "Ciwan Di Nimêja Sibê Da Dicivin" da li mizgeftan kom bûn û nimêja sibê kirin.

Ciwanên ku Mizgefta Mezin a li Sûrê civiyan û cimaetê ra nimêj kirin, dia xwendin. Piştî nimêjê bi destê Midûriyeta Bajêr a Spor û Xizmetên Ciwaniyê simît û çay li ciwanan hat belavkirin.

Mehmet Demirê Midûrê Bajêr ê Spor û Xizmetên Ciwaniyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo yekîtî û bihevrabûna welêt dibê ciwan di xebatên wiha da bên ba hev, ev tiştekî girîng e.

Demir got ku li Mizgefta Mezin a "Heremî Şerîfa Pêncan" bi ciwanan ra hatin ba hev û wiha pê da çû:

"Dibê ciwanên me ji bo yekîtî û bihevrabûna welêt di xebatên wiha da bên ba hev, ev tiştekî girîng e. Seranserê salê em ê vê çalakiyê bidomînin. Ciwanên Diyarbekirê ew ê bi hezkirina Quran, îman û wetanê mezin bin. Çalakiyên me yên wiha ew ê li mizgeftên me yên din dewam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın