Jiyan

Di vê sir û sermayê da telîmata "germ"

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Sosyal Kaya ji 81 walîtiyên bajaran ra giştîname şand û telîmat da ku di rojên sir û sermayê da welatiyên ku li kuçeyan dijîn, yên bê mal û kesê wan tuneye, yek û yek werin tesbîtkirin û werin ezimandin.

19.01.2017 - Rojanekırın : 23.01.2017
Di vê sir û sermayê da telîmata "germ"

Istanbul

ANKARA

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Sosyal Fatma Betul Sayan Kaya ji 81 walîtiyên bajaran ra giştîname şand û telîmat da ku, di rojên sir û sermayê da welatiyên ku li kuçeyan dijîn, yên bê mal û kesê wan tuneye, yek û yek werin tesbîtkirin û li mêvanxaneyên qamûyê werin bicihkirin, heke li van deran cih tunebe jî, li otêl an jî pansiyonan werin bicihkirin.

Ji bo di şert û mercên zivistanê yên dijwar da kesên ku li derva dimînin cihê mayînê were peydakirin, pêdiviya wan a paqijiyê û xidayê were peydakirin, bi îmzeya Kayayê ji hemû walîtiyan ra giştîname hat şandin.

Kayayê der heqê giştînameyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bila kes di rojên zivistanê da li derva nemîne, ji bo ku herkes li cihekî germ star bibe, me ji walîtiyan ra giştîname şand."

Kayayê destnîşan kir ku li 81 bajarên Tirkiyeyê welatiyên li derva dijîn êdî wê li cihekî germ star bibin û wiha dewam kir:

"Welatiyên me wê li cihekî germ bijîn, kes dê li sikakan nemîne. Li 81 parêzgehan walîtiyên me wê mirovên ki derva dimînin bicih bikin. Bi xebata Midûriyên me yên Bajêr yên Malbat û Polîtîkayên Sosyal û Weqfên me yên piştevanî û tevkariyê kes dê zivistanê li derva nemîne."

Wezîr Kayayê got ku beriya niha jî walîtî û şaredariyan li gor derfetên xwe welatiyên me yên ku li derva diman, li mêvanxaneyan bicih dikirin, lê ji vir şûn da jî li 81 wilayetên me di rojên zivistanê yên sar da wê li mêvanxaneyan ku cih tunebe jî li otêlan werin bicihkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın