Jiyan

Eleqeyeke zêde nîşanî "zeytûnên Dêrikê" didin

Li Mêrdînê "zeytûnên Dêrikê" yên ku Qaymeqam Muhammed Fatîh Safîturkê di encama êrişa terorî ya PKKê de şehîd bû dixwest li dinyayê bide nasîn, eleqeyeke mezin dibînin û li ser darê têne firotin

Sevim Hatun  | 23.10.2017 - Rojanekırın : 24.10.2017
Eleqeyeke zêde nîşanî "zeytûnên Dêrikê" didin

Mardin

MARDÎN 

Li Mêrdînê "zeytûnên Dêrikê" yên ku Qaymeqam Muhammed Fatîh Safîturkê di encama êrişa terorî ya PKKê de şehîd bû dixwest li dinyayê bide nasîn, eleqeyeke mezin dibînin û li ser darê têne firotin.

Tê texmînkirin ku berî hezar salan li Dêrikê zeytûn hatine çandin, Qaymeqam Safîturkê ku ji aliyê rêxistina terorî ve hat qetilkirin ji bo zeytûnên herêmê li dinyayê bide nasîn gelek proje amade kiribûn. Xeyala Qaymeqem Safîturk niha bi projeyên dixwest bike rewacê tê bicîanîn.

Di çarçoveya projeya ku bi tevkariya Walîtî, Qaymeqamiya Dêrikê, Îdareya Pêşvebirina Herêmê ya GAPê, Ajansa Pêşvebirinê ya Dicleyê (DÎKA) midûriyên Xida, Çandinî û Heywandariyê yên bajêr û navçeyê hat amadekirin de li 50 hezar dekarî 200 darên zeytûnan hatin çandin. Herwiha 10 baxçeyên zeytûnan bi piştevaniya ji sedî 70yî hîbeyî cotkaran hatin kirin.

Tê plankirin ku fabrîkeya zeytûnan ya ku li herêmê tê çêkirin, 2 meh şûnde bikeve fealiyetê.

Qaymeqamê Dêrikê Hasan Kafkas li baxçeyê ku zeytûn dihatin berhevkirin ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku wextê komkirina zeytûnan hatiye.

Kafkas wiha dewam kir: "Hêviya min ew e ku ev serdem ji bo cotkarên me serdemeke bibereket be. Înşallah ev zeytûn ji bo welatiyên me bibin şîfa."

Ji cotkaran Remzî Karataş got ku serê sibê saet 07.00an dest bi komkirina zeytûnan kirin, zeytûnên ku kom dikin li malê dişkînin û dikin kidûnan.

Karataş got ku niştecihên navçeyê debara xwe bi zeytûnan dikin û wiha axivî: "Ev baxçe ji bav û kalan ji me re ma. Li vê derê darên ku ji serdema kalên me mane hene. Zeytûnên me organîk in. Ji ber vê yekê bikalîte û birûn in. Tehma wan pir xweş e. Em him dişînin bajarên cuda yên welêt him jî dişînin derveyê welêt. Bi taybetî cinsê ku em jê re dibêjin xelxal pir tê firotin. Heta du salan xirab nabin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın