Jiyan

Fatma Nûr bi xwendina Qur'ana Pîroz dilxweş bû

Li Suleymanpaşaya navçeya Tekirdagê Fatma Nûr Yildirima ku ji sedî 75 bi sendroma downê ji dayik bûye, beşdarî kursa Qur'anê ya ku Wezareta Karên Diyanetê vekir, bû û di nav meh û nîvekê de Qur'an xitim kir.

Sevim Hatun  | 17.08.2017 - Rojanekırın : 22.08.2017
Fatma Nûr bi xwendina Qur'ana Pîroz dilxweş bû

Tekirdağ

TEKIRDAG

Li Suleymanpaşaya navçeya Tekirdagê Fatma Nûr Yildirima (18) ku ji sedî 75 bi sendroma downê ji dayik bûye, beşdarî kursa Qur'anê ya ku Wezareta Karên Diyanetê vekir, bû û di nav meh û nîvekê de Qur'an xitim kir.

Fatma Nûr beşdarî Kursa Qur'anê ya ku bi kordîneya Miftîtiya Suleymanpaşayê hat vekirin bû û di nav demeke kurt de xwendina Qur'anê hîn bû.

Mamosteya kursê Ozlem Ozgulê ji nûçegihanê AAyê re got ku Fatmayê ji xwendinê zehf hez dikir û wiha axivî:

"Fatma her roj bi rêk û pêk dihat kursê. Di demeke kurt de xwendina Qur'anê hîn bû. Fatmayê bi xêra malbat û hevalên xwe yên kursê dewam kir. Min dît ku bi hevalên xwe re têkiliyeke xweş datîne, ji xebatên komî hez dike. Wê û hevalên xwe alîkarî dida hevdu bi hev re dixwendin. Bila malbat netirsin, zarokên xwe ji malê derxin û berê wan bidin kursan."

- Di meh û nîvekê de hînî Qur'anê bû

Fatma Nûrê jî got ku diya wê xwestiye ew Qur'anê hîn bibe û ew jî di demeke kurt de hîn bûye.

Fatma Nûrê destnîşan kir, ew bextewar e ku di nav meh û nîvekê de Qur'an xitim kiriye.

Hatice Yildirima diya Fatmayê jî got ku qîza wê ji sedî 75 bi sendroma downê ji dayik bû.

Hatice Yildirimê got ku ev astengî tiştekî mezin nîne, ew bi saya hezkirin û sebrê bi hêsanî pêşve diçin. Tenê pêdiviya wan bi hezkirinê heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın