Tirkiye, Aborî, Jiyan

Firotina xaniyan li Tirkiyê zêde bû

Li tevahiya Tirkiyê di meha nîsanê 114 hezar û 446 xanî hatin firotin. Firotina xaniyan di meha nîsanê de li gor nîsana par sedî 7,6 zêde bûye.

Muhammet Kurşun  | 24.05.2017 - Rojanekırın : 25.05.2017
Firotina xaniyan li Tirkiyê zêde bû Firotina Xaniyan

Ankara

ANKARA

Li tevahiya Tirkiyê di meha nîsanê 114 hezar û 446 xanî hatin firotin. Bi vê rêjeyê firotina xaniyan di meha nîsanê de li gor nîsana par sedî 7,6 zêde bûye

Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyê, rêjeya firotina xaniyan di meha nîsanê de eşkere kir.

Li gor vê firotina xaniyan li gor nîsana par sedî 7,6 zêde bû û gihîşt 114 hezar û 446.

Bajarê herî zêde lê hatine firotin jî bi 20 hezar û 66 xaniyan Stenbol e. Stenbol xwedî para ji sedî 17,6 e. Piştî Stenbolê bi 13 hezar û 364 (sedî 11,7) Enqere û 7 hezar û 170 (6,3) Îzmîr tên.

Bajarên ku herî kêm xanî hatine firotin jî bi 4 xaniyan Hekarî, 8an Erdêxan û 18an Şirnex ketin qeydê.

Di rêjeya xaniyên bo biyaniyan hatine firotin de jî sedî 2,7 zêdebûn çêbû û gihîşt hezar û 624an. Di vê belê de jî Stenbol yekemîn e, 571 xanî lê hatine firotin. Piştre Antalya 385, Bûrsa 109, Trabzon 97, Yalova 69 û Enqere 65 in.

Welatiyên Iraqê meha borî 245 xanî ji Tirkiyê kirîn. Piştre ên Siûdiyê 185, Kuweyt 169, Rûsya 99 û Efxanistan jî 81 xanî kirîne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın