Jiyan

Flamîngo Laguna Sifreya Şeytîn dixemilînin

Laguna Sifreya Şeytîn a li Ayvalika navçeya Balikesîrê ya ku li ser rêya koça balindeyan e, ligel ciyên din ên avî salê neh meh bi flamîngoyan va dixemilin.

20.02.2018 - Rojanekırın : 22.02.2018
Flamîngo Laguna Sifreya Şeytîn dixemilînin

Balikesir

BALIKESÎR 

Laguna Sifreya Şeytîn a li Ayvalika navçeya Balikesîrê ya ku li ser rêya koça balindeyan e, ligel ciyên din ên avî salê neh meh bi flamîngoyên va dixemilin.

Serokê Komeleya Xwezayê ya Ayvalikê û endamê Civata Çavdêriya Balindeyan a Ayvalikê Şukru Kaygisiz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku navçeya wan li ser rêya pileya duyemîn a koça balindeyan e.

Kaygisiz diyar kir ku hema hema nîvê 500 cinsên balindeyên li Tirkiyeyê, li Ayvalikê tên dîtin û herwiha bal kişand ku bi taybetî jî flamîngo bala wênegir, çavdêrên balindeyan û tûrîstên ku havînan tên herêmê dikişînin ser xwe.

Kaygisiz diyar kir ku ciyên avî yên li Ayvalikê pir mezin nînin û ji ber hindê jî flamîngoyên ku tên vir hejmara wan zehf zêde nîne û wiha dewam kir, "Li gorî hejmara me li 5 cihên navçeyê qedera hezar flamîngo hene."

Kaygsiz herwiha diyar kir ku li Laguna Sifreya Şeytîn ku 17 hektar e, flamîngoyên pûrtpembe hene û wiha pê da çû:

"Ji xeynî vê, li Tuzla, Badavut Tuzla, Badavut Sondurak û dora balafirgehê jî hene. Ev balinde bi piranî ji ava kûr hez dikin. Herwiha ev balinde kevz, kevjal û karîdesan dixwin. Li gorî tiştê ku dixwin, rengê pûrta wan jî diguhere. 3 meh ne tê da mirov dikare van balindeyan li Ayvalikê bibîne. Ev bi tenê biharê di serdema lihevzêdebûnê da koç dikin. Diçin Gola Xwê û piştî ku li hev zêde dibin, cardin vedigerin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın