Jiyan

Girava Axdamarê bi kulîlkan xemilî

Li Wanê Girava Axdamarê ya tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan didin, bi hatina biharê û vebûna kulîlkên darên behîvan xemilî.

Nihat Kavşut  | 27.04.2017 - Rojanekırın : 30.04.2017
Girava Axdamarê bi kulîlkan xemilî

Istanbul

VAN

Li Wanê Girava Axdamarê ya tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan didin, bi hatina biharê û vebûna kulîlkên darên behîvan xemilî.

Li ser Girava Axdamarê ya di nav sînorên Gewaşa navçeya Wanê da dimîne, Dêra Axdamarê ya di salên 915-921an da bi destê Gagîkê 1emîn ê Qralê Vaspurakanê tê çêkirin, her demsal bala tûrîstan dikişîne.

Dêra Axdamarê zivistanê bi berfê, biharê jî bi şînahiya Behra Wanê û kulîlkên darên behîvan dixemile.

Bi hatina biharê û vebûna kulîlkên darên behîvan li Axdamarê dîmenên nuwaze dertên.

Girava Axdamarê bi şînahiya ava Behra Wanê, berfa li ser çiyayê Artosê, kulîlkên darên behîvan û dêra dîrokî bala sirûşthez û wênekêşan dikişîne.

- Kêfa bûk û zava ya li ser giravê

Îlhan Çetin û Ayfer Keskîna li Stenbolê dijîn û ji bo dewetê hatine Bitlîsê li ser giravê wêne kişandin.

- Wênekêş eleqeyeke mezin nîşan didin

Semîh Soycanê wênekêş yê ji bo wêneyan hat giravê destnîşan kir girav ji bo wî studyoyeke vekirî ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.