Jiyan

Gundî ji bo surişta Pulumurê bidin nasîn meşiyan

Gundiyên li gundê Pireyasor ê li ser navçeya Pulumurê dijîn ji bo surişta herêmê bidin nasîn, 10 kîlometre meşiyan.

Türkan Tosun  | 23.10.2017 - Rojanekırın : 24.10.2017
Gundî ji bo surişta Pulumurê bidin nasîn meşiyan

Tunceli

TUNCELΠ

Li gundê Pireyasora Pulumura navçeya Tunceliyê gundî ji bo ku herêmê bidin nasîn û dîmenên xweş ên ji ber payîzê derketine holê bidin nîşandan, li xewazê meşiyan.

Li Geliyê Pulumurê û cihên bilind dar û daristanan ji ber demsala payîzê rengên xwe guherandin û dîmenên xweş derketin holê.

Ji bo ku nasandina herêmê bê kirin, gundiyan ji taxa Salordekê dest bi meşê kirin û gihîştin taxa Kadisirtiyê.

Piştî meşeke 10 kîlometreyî gundiyan li ber avgurmê bêhna xwe da û wêne kişandin.

Muslum Tosunê Şaredarê Pulumurê jî beşdarî meşê bû piştgirî da gundiyan.

Tosun ji nûçegihanê AAyê re daxuyand herêm ne bi tenê payîzê, biharê û demsalên din jî bala mirovan dikişîne û wiha axivî: "Bi taybetî dema kariyan zêde eleqeyê dikişîne. Mirov dikare hemû rengên payîzê li vê herêmê bibîne. Ev çend salên dawîn herêm bala kesên surişthez dikişîne. Ev meş cara ewil e tê kirin, lê ji sala bê pê va ewê her sal bê kirin."

- Surişt divê bê parastin ku ji nifşên nû re bimîne

Alî Sosunê ku mamosteyê teqawîdbûyî ye jî got divê surişt bê parastin ku ji nifşên nû re bimîne û wiha axivî: "Ev surişt her cure dewlemendiyê di xwe de dihewîne. Sîvore, gur, kêvroşk, xinzîr, hirç û çûk gelek heywanên cuda li vir hene. Ji ber ku em wan diparêzin koka wan naqele û her ku diçe cureyên wan zêde dibe. Berê nêçîrvanan heywanên kedînekirî dikuştin, lê niha însanên me nahêlin, hesas in."

Emîne Arslana ji gunde jî got ev herêm bihişteke veşartî ye û divê baş bê nasandin.

Arslan got di demên dawîn de mirov êdî bi rehetî li gund, goristan û îbadetgahên xwe digerin û wiha dewam kir: "Em dêrsimiyan û kesên ku ji Dêrsimê hez dikin dawetî vê derê dikin. Bila zarokên xwe bînin vê derê ku vê çandê nîşanî nifşên nû bidin, wan bidin nasandin. Bi ya min ewê bên û paşê wê nikaribin dev jê berdin û wê dîsa bên."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.