Jiyan

Ji bo 5 bajaran hişyariya hewaya germ

Tê texmînkirin ku wê hewaya germ li Adiyemanê bibe 44 pile, li Elezîzê 43, li Meletyeyê 42, li Tuncelî û li Bîngolê jî wê bibe 41 pile.

Fatih Gazioğlu  | 10.08.2017 - Rojanekırın : 10.08.2017
Ji bo 5 bajaran hişyariya hewaya germ

Malatya

MALATYA

Ji bo Meletye, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya hewaya germ hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13yemîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa li Bîngolê kêmewr, li Elezîz, Meletye, Tuncelî û Adiyemanê jî wê ewrawî be.

Li herêmê germahiya hewayê bi qasî 2-4 pileyan ji ya demsalê zêdetir bê. Tê texmînkirin ba jî wê ji aliyê bakur û rojavayê bê.

Hewaya germ li Adiyemanê wê bibe 44 pile, li Elezîz 43, li Meletyeyê 42, li Tuncelî û Bîngolê jî wê bibe 41 pile.

Ji ber hewaya germ rayedaran hişyarî da û gotin ku bila di navbera saet 11.00-16.00an de zarok, pîr û kal û kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, zêde li derva nesekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın