Jiyan

Jinên mêvan û mazûvan bi hev ra dixebitin

Li Akçakaleya navçeya Rihayê di atolyeka tekstîlê da jinên welatiyên Sûriyeyê û yên welatiyên Tirkiyeyê bi hev ra dixebitin.

Abdullah Tel  | 15.01.2018 - Rojanekırın : 17.01.2018
Jinên mêvan û mazûvan bi hev ra dixebitin

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

 Li Akçakaleya navçeya Rihayê karsazekî atolyeka tekstîlê ava kir û niha li wir jinên penaber ên Sûriyeyê ne û xwe spartine Tirkiyeyê û jinên welatiyên Tirkiyeyê ne bi hev ra dixebitin.

Di Atolyeya Tekstîlê ya Mehmet Kartal a ku ji hêla karsaz Hamît Ataman va hat avakirin da 75 jê ji Sûriyeyê 225 jin xwedî karin. Jinên di qursan de hatin perwerdekirin, bûn xwedî pîşe û dest bi xebatê kirin niha him debara malbatê dikin û him jî bi kêrî aboriya herêm û welêt tên.

Xwediyê atolyeyê Ataman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo îstixdamkirina welatiyên Tirkiye û Sûriyeyê hewl da û bi vê armancê ev kargeh vekir.

Ataman got ku jin di hînbûna pîşeyê da gelek bi merîfet in û wiha pê da çû: "Vê xebata min înşeallah wê ji karsazên din ra jî bibe mînak. Li navçeya me tevlî mêvanên me yên ji Sûriyeyê hejmara derket du qatî. Ez ji karsazên me hêvî dikim ku bila deriyê kar li xwîşk û birayên me yên ciwan ên ku bêkar in, vekin."

Di berdewamiya axatina xwe da Ataman got ku di qada tekstîlê da tevlî şaredariyê projeyeka wan a nû heye û heke ev bikeve rewacê ji bo hezar û 500 kesî wê bibe deriyê debarê.

Li Akçakaleyê jinên welatiyên Sûriyeyê ku niha li Tirkiyeyê mêvan in tevî welatiyên Tirkiyeyê dixebitin, kar dikin û bi kêrî aboriya welêt tên.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın