Jiyan

"Kebaba feqîran" a demekê îro pere dike

Li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi qasî 20 sal berê kebaba cegerê ya ku wek "kebaba feqîran" dihat zanîn îro him bala gelê herêmê û ziyaretvanan dikşîne û him jî pere dike.

Abdullah Tel  | 15.01.2018 - Rojanekırın : 16.01.2018
"Kebaba feqîran" a demekê îro pere dike

Diyarbakir

DIYARBAKIR 

Li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kebaba cegerê ya ku bi qasî 20 sal berê wek "kebaba feqîran" dihat zanîn îro him bala gelê herêmê û ziyaretvanan dikşîne û him jî pere dike.

Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi hezaran hebûnên çandî û dîrokî di nav xwe da dihewîne di heman demê da bi curbecuriya xwarin, xurek û tehmên xwe va jî balê dikşîne ser xwe.

Ji wan tehman yek jî kebaba cegerê ye û bi saya eleqeya ku di salên dawîn da kişand ser xwe êdî di menuyên loqenteyan da di rêza ewil da cih digire.

Demên berê ev tehm ji ber erzaniyê di nav şêniyên herêmê da wek "kebaba feqîran" dihat binavkirin lê îro ji ber nêrînên erênî yên pisporan, nûçeyên der bar da, zêdebûna nifûsê, guherîna bajarvanî û kurmên xwarin û xurekê û gelek sedemên din eleqeya li ser kebaba cegerê zêdetir kir.

Tevlî şêniyên herêmê welatiyên ku tên herêmê ziyaret dikin jî wextê şîv û firavînê ewilî siparişa kebaba cegerê didin.

Di salên borî da ev tehm bi tenê li ser dezgahên seyar dihat firotin lê îro Diyarbekir, Riha, Gazîentab, Mêrdîn, Batman û seranserê herêmê ji hezarî zêdetir loqinteyên cegerê difiroşin hene û herî kêm 10 hezar însan ji vê sektorê nan dixwin. Ev tehma ku wek kebaba feqîran dihat binavkirin îro li herêm û seranserê welêt pere dike û dilê esnafên pêre eleqedar in jî xweş dike.

Westayên vî karî berdestê sibehê ku hêj roj derneketiye agirdanka xwe pê dixin dest bi pêjandina kebaba cegerê dikin û heta nivê şevê karê xwe didomînin. Lewra ji hezkirên vê kebabê qismek hene ku bi niyeta taştê vê kebab dixwin û paşê dest bi kar û xebatên xwe dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.