Jiyan

Laleya Mûşê bişkivî

Li Deşta Mûşê laleyên ku emrê wan bi tenê 15 roj e, bişkivîn

Önder Beyter  | 27.04.2017 - Rojanekırın : 02.05.2017
Laleya Mûşê bişkivî

Muş

MUŞ

Laleyên ku li Deşta Mûşê, demsala biharê hêşîn dibin û emrê wan bi tenê 15 roj in, bişkivîn.

Li parêzgeha ku zivistan pir sext derbas bû, ban rojan surişt bi rengê sor xemilî. Bi taybetî jî laleyên ku li parêzgeha Mûşê li çolê xweberê hêşîn dibin, bi germbûna hewayê ra bişkivîn.

Laleya Mûşê di sala 2015an da ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hilberîna Nebatî ya Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê va wekî "Mûş 1071" hat tescîlkirin.

Herwiha welatî jî gelekî eleqe nîşanî Laleya Mûşê didin û bona kişandina wêneyên laleyan jî berê xwe didin Deşta Mûşê.

Di daxuyaniya Midûriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê ya Parêzgeha Mûşê da hat ragihandin ku Laleya Mûşê bi xebata hevpar a Midûriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê ya Parêzgeha Mûşê û herwiha Enstîtuya Lêkolîna Çandiniyê ya Behra Reş va hat tescîlkirin.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku li Mûşê cara yekemîn e ku berhemek tê tescîlkirin û ev yek bi xwe jî gelekî girîng e û wiha hat ragihandin, "Di encama xebatan da Laleya Mûşê di sala 2015an da ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hilberîna Nebatî ya Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê va wekî 'Mûş 1071' hat tescîlkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın