Jiyan

Li 2 hezar û 500 mêtre bilindahiyê "berhevkirina şîlanan"

Li Sarîqamîşa navçeya Qersê welatî li daristan û zonan ku bilindahiya wan digihêje 2 hezar û 500 mêtreyî şîlanên beyanî yên ku bi xwe hêşin dibin kom dikin.

20.09.2017 - Rojanekırın : 27.09.2017
Li 2 hezar û 500 mêtre bilindahiyê "berhevkirina şîlanan"

Kars

KARS

 Li Sarîqamîşa navçeya Qersê welatî li daristan û zonan ku bilindahiya wan digihêje 2 hezar û 500 mêtreyî şîlanên beyanî yên ku bi xwe hêşin dibin kom dikin.

Şîlanên reş, tutik û sor li daristanên li tanga Yaxbasan, Xandere û Acisûyê zozanên Dîvîk û Çataxê yên ku 10 kîlomêtreyî dûrî navenda bajêr in di şert û mercên tebiî da hêşin dibin bi destê welatiyan tên komkirin. Welatî ji şîlanan marmelat û şirupê çêdikin.

Welatî her sal di nav meha îlonê da şîlanên ku tê zanîn quwetê didin bedenê diçinin. Di şîlanan da vîtamîna Cyê heye.

Serokê Odeya Ziraetê ya Sarîqamîşê Nesîm Gok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku floraya nebatên herêmê zehf dewlemend e, di van salên dawîn da welatî eleqeyeke mezin nîşanî dexl û denê ku di şert û mercên tabiî da bi xwe hêşin dibin didin.

Gok got bi destê gel hatiye ceribandin ku nebatên wek şîlanan di şert û mercên tebiî da hêşin dibin ji bo tenduristiya merivan zehf kêrhatî ne û wiha pê da çû: "Li herêma teqrîbî qasî mehekê şîlan tên çinîn. Ji ber ku di van demên dawîn da eleqeyeke mezin dibîne hin welatî şîlanan difroşin û pê nanê xwe bi dest dixin, hin welatî jî ji bo zivistanê bi xwe bixwin van kom dikin, pê marmelat û şirupê çêdikin."

Doga Demirciyê ku şîlan diçinî diyar kir ku ji aliyê vîtamîna Cyê va şîlan zehf dewlemend e di mehên zivistanê da zehf dixwin û şirupa wê vedixwin û wiha pê da çû: "Şîlan zivistanê merivan ji zekem û arsimê diparêze. Wek mayîn kesên ku ji navenda bajêr û gundên dorberê tên û li van deran şîlanan kom dikin jî wan difroşin û pê nanê xwe bi dest dixin."

Nurettîn Îstîkê ku şîlan kom dikir jî got şîlanên Sarîqamîşê zehf bi qelîte ne, şîlanên ku kom dikin dibin dixin mermelat û şirup, li ser daxwazê jî bi kargoyan va dişînin bajarên li rojavayê welêt.

Kîloya şîlanên tebiî bi 2 lireyî tê firotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.