Jiyan

Li Erziromê amadehiyên jinan ya ji bona zivistanê

Li Uzundereya navçeya Erziromê jin alîkariya hev dikin û salçe, tirşîn, rîçal, marmelatên taştê û şirûbê çêdikin.

Nihat Kavşut  | 18.10.2017 - Rojanekırın : 20.10.2017
Li Erziromê amadehiyên jinan ya ji bona zivistanê

Erzurum

ERZURUM

Li Uzundereya navçeya Erziromê jin alîkariya hev dikin û salçe, tirşîn, rîçal, marmelatên taştê û şirûbê çêdikin.

Li navçeyên jin sîtilan datînin û şîlan û sorsorîkan dikelînin û îsot, firingî û bacanên reş hişk dikin.

Halîs Ozsoyê Şaredarê Uzundereyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir bi hatina payîzê ra jinên li navçeyê dest bi amadehiyên zivistanê kirin.

Ozsoy diyar kir jin şîlan û sorsorîkan di sitîlan da dikelînin û îsot, firingî û bacanên reş hişk dikin.

Esma Alkanata li navçeyê dijî diyar kir tiştên ji çiyê û bexçeyên xwe kom dikin ji bona zivistanê amade dikin.

Alkanatê destnîşan kir marmelata şîlanê û şerbeta sorsorîkê çêdikin û wiha got: "Em şîlan û sorsorîkan dikin sitîlan û qederê 5-6 saet dikelînin û 3-4 caran ji parzûn derbas dikin. Peyra em di nav toza şekir da li hev dixin û dikelînin û dikin şûşikan."

Emîne Gunerê jî diyar kir îsot, firingî û bacanên reş hişk dikin yan jî jê salçeyê çêdikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın