Jiyan

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Li herêmê şilope dê çêbibe û li cihên bilind jî wê berf bibare

13.03.2017 - Rojanekırın : 14.03.2017
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Erzurum

ERZURUM

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dê şilope çêbibe û li cihên bilind jî wê berf bibare.

Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewa dê pir biewr be û baran bibare.

Tê texmînkirin ku baran û berf bibare û şilope çêbibe. Bi şev û serê sibê qeşa, mij û dûman wê çêbibe.

Ji bo germahiya hewayê tê texmînkirin germahî wê li gor demsalê normal be, ji hêla başûr ve ba dê bê.

Li herêmê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Erzînganê 6 pile, li Îdirê 4 pile, li Erdêxanê sifir pile hat pîvandin. Li Agiriyê di bin sifirê de 3 pile, li Qersê di bin sifirê de 2 pile û li Erzirumê jî di bin sifirê de pileyek hat pîvan.

Di nav rojê de germahiya hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 14 pile, li Erzingan û Tunceliyê 12 pile, li Qers, Erdêxan, Erzirum û Agiriyê jî 5 pile hat pîvan

Qalindahiya berfê jî li Agiriyê 30 santêm, li Erzirumê 4 santêm û li Qersê jî santêmek hat pîvan.

Rayedaran hişyarî dan ku li cihên berpal û bilind ji bo şepeyê bila welatî baldar bin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın