Jiyan

Li Hetayê qeza: 4 mirî û birîndarek

Li navçeya Yayladagê wesayît û motosiklêteka selik pê va li hev qelibîn û 4 kesên ser motosiklêtê mirin.

Abdullah Tel  | 26.06.2017 - Rojanekırın : 27.06.2017
Li Hetayê qeza: 4 mirî û birîndarek

Hatay

HATAY

 Li Yayladaga navçeya Hatayê wesayît û motosiklêteka selik pê va li hev qelibîn û di qezayê da 4 kesên ser motosiklêtê mirin û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên hatin hildan wesayîta bi plakeya 31 H 2540an a Hakan Keser diajot û motosiklêta Abdullah Sevîm diajot li ser rêya ber bi Taxa Egerciyê li hev qelibîn.

Di qezayê da 4 kesên li ser motosiklêtê virvirîn ser rê. Ekîbên 112yê yên hatin cihê bûyerê ragihandin ku Abdullah Sevîm (49), Gulbahar Sevîm (45) û Zuhre Sevîm (50) li cihê bûyerê can dan û Mehmet Sevîm (52) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yayladagê digel mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û ewî jî li wir can da.

Şofêrê wesayîtê Hakan Keserê birîndar jî piştî dermankirina li Nexweşxaneya Dewletê ya Yayladagê hat binçavkirin.

Qaymeqamê Yayladagê Omer Faruk Yuce hat cihê bûyerê ji rayedaran agahî hilda. Hin xizmên wan ên di qezayê da can dan ku hatin cihê bûyerê, xeriqîn.

Derket holê ku Mehmet û Abdullah Sevîm bira ne û tevlî xanimên xwe ji eydaniyê dizivirîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın