Jiyan

Li Rojhilat germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye

Li gor agahiya meteorolojiyê germahiya hewayê li herêma Rojhilatê Anadoluyê li gor demsalê zêde ye

19.03.2017 - Rojanekırın : 21.03.2017
Li Rojhilat germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye

Erzurum

ERZURUM

Li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye.

Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê welêt hewa wê pir ewrabî be. Şev wê qeşa, mij û dûman çêbibe.

Li herêmê germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye, tê texmînkirin ku ba wê aliyên cuda çêbibe, li Erziromê wê car caran zêde ba çêbibe.

Germahiya hewayê bi şev herî kêm li Îdirê 0 pile, li Qersê di bin sifirê de 17 pile, li Agirî û Erdêxanê di bin sifirê de 12 pile, li Erziromê di bin sifirê de 11 pile, li Erzinganê jî di bin sifirê de 6 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku germahiya hewayê bi roj wê li Îdirê 11 pile, li Erzinganê 7 pile, li Erziromê 5 pile, li Agiriyê 4 pile, li Qersê 3 pile, li Erdêxanê pileyek be.

Qalindiya berfê jî li Agiriyê 15 santêm, li Erzirom û Erdêxanê 3 santêm û li Qersê jî 4 santêm hat pîvan.

Rayedaran hişyarî da ku bila welatî ji bo şepeyê baldar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.