Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê bo deverên bilind berf tê pêşbînîkirin

Li gorî pêşbîniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li Rojhilatê Anadoluyê li noqteyên bilind wê berf û şilope bibare

Önder Beyter  | 12.10.2017 - Rojanekırın : 18.10.2017
Li Rojhilatê Anadoluyê bo deverên bilind berf tê pêşbînîkirin

Erzurum

ERZURUM

Tê pêşbînîkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li dever û noqteyên bilind û serdest berf û şilope bibare.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li tevahiya herêmê germahiya hewayê wê di asta pileyên asayî yên demsalê da be.

Tê pêşbînîkirin ku li herêmê hewa ewrayî û nîvewrayî be û herwiha piştî danê nîvroyê jî li hêla rojhilat û bakurê Erziromê, li dewrûbera Qers, Agirî û Erdêxanê bêhno bêhno baran bibare.

Li herêmê dîsa li ciyên bilind jî şilope û berf dê bibare û herwiha ba jî wê ji hêla bakur û rojavayê bakur nerm û nîvqewî rabe.

Li herêmê pileya herî nizim a germahiyê li Îdirê 13, li Tunceliyê 8, li Erzinganê 7, li Qers û Agiriyê 4, li Erziromê 3 û li Erdêxanê jî 2 pile hat pîvan.

Pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Tunceliyê 21, li Îdirê 19, li Erzinganê 18, li Agiriyê 17, li Erziromê 13, li Qersê û Erdêxanê jî 11 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.