Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê hewa bi berf û baran e

Li herêma Rojhilatê Anadoluyê tê payîn ku hewa bi berf û baran be

20.03.2017 - Rojanekırın : 22.03.2017
Li Rojhilatê Anadoluyê hewa bi berf û baran e

Erzurum

ERZURUM

 Li herêma Rojhilatê Anadoluyê tê payîn ku hewa bi berf û baran derbas bibe.

Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan îro seranserê herêmê wê dinya pir bi ewr be û car car jî bi barîn be. Berdestê sibehê û bişev jî wê cemed, qeşa û mij hebe.

Germahiya hewayê ya li herêmê jî li go demsalê wê zêde be û ji deverên cihê cihê wê ba bê û tundiya wê li Erziromê hin caran wê zêde be.

Li herêmê germahiya herî kêm jî li Îdirê 0 û di bin sifirê da jî li Qersê 11, Erdêxanê 8, Erzirom û Agiriyê 6 û Erzinganê jî 1 pile hat pîvandin.

Li Erzinganê jî ji ber barîna berfê rêya 77 gundan ji çûn û hatinê ra hatin girtin û ekîbên rêvekirinê ji bo vekirina rê hewl didin û dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.