Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Li Wan û Bitlîsê rêya 58 cihan ji ber berf û pûkê hat girtin.

Sevim Hatun  | 03.01.2018 - Rojanekırın : 03.01.2018
Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Van

VAN

Li Wan û Bitlîsê rêya 58 herêman ji ber berf û pûkê hat girtin.

Şaredariya Mezin a Wanê daxuyand ku li 41 taxên bajêr rê hatine girtin û çûnûhatin nabe.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo rêvekirinê ekîban dest bi xebatan kir.

Li gor daneyên Midûriyeta Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li herêmê wê hewa ewrawî be û dibe ku şilope û berf bibare.

Rayedaran ji bo cemedê hişyarî da welatiyan.

Li herêmê germahiya hewayê herî kêm di bin sifirê de 1, herî zêde 6 pile tê pêşbînîkirin.

- Bitlîs

Li Bitlîsê ji ber berf û pûkê rêya 17 gundan hat girtin.

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan got ku li herêmê xebatên rêvekirinê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın