Jiyan

Li welat zivistan

Ji bo Meletî, Elazig, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya mij, bûsî, hişkî û cemedê hat dayîn

Önder Beyter  | 21.01.2018 - Rojanekırın : 22.01.2018
Li welat zivistan

Malatya

MALATYA 

Li Meletiyê ji ber berfê rêya 46 taxan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Kordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Akçadagê rêya 14 taxan, li Puturgeyê ya 11 taxan, li Doganyolê ya 6 taxan, li Darende û Hekîmhanê ya 5 taxan, li Yazihanê ya 3 taxan, li Batalgazî û Yeşîlyurtê ji her yekê rêya taxekî ji ber berfê hatin girtin.

Ji bo vekirina rêyan 31 ekîbên ligel makîneyên şixul xebatên xwe didomînin.

- Hişyariya meteorolojîk

Ji alieyekî din va jî, ji bo Meletî, Elazig, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya mij, bûsî, hişkî û cemedê hat dayîn .

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, li tevahiya herêma ku 5 parêzgehan di xwe da dihewîne, hewa wê heya serê sibê ewrayî be.

Li herêmê ji bo germahiya hewayê guhertineke girîng nayê pêşbînîkirin û herwiha ba jî wê ji hêlên cuda va nerm, car caran jî hinekî qewî rabe.

Li parêzgehên destnîşankirî ji ber ku bi şev û ber destê sibê cih cihan wê mij û bûsî, hişkî û cemed çêbe, ji welatiyan hat xwestin ku tevdîrên xwe bistînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın