Jiyan

Mamosteyê gund hokey bi zarokan da hezkirin

Li navçeya Sirûcê zarokên gund bi saya mamosteyê xwe yê perwerdeya bedenê hînî werzişa hokeyê bûn

Önder Beyter  | 09.10.2017 - Rojanekırın : 10.10.2017
Mamosteyê gund hokey bi zarokan da hezkirin

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li Şanliurfayê zarokên gund ên ku bi saya masmosteyê xwe werzişa hokeyê nas kirin, eleqeyeke mezin nîşanî antrenmanan didin.

Mamosteyê Perwerdeya Bedenê Abît Bostanci yê ku 2 sal berê teyîna wî derket Dibistana Bîlgiyê ya li navçeya Sirûcê, piştî ku dest bi wezîfeyê kir û kurtedemek bi şûnda werzişa hokeyê fêrî xwendekarên xwe yên ku berê qet navê hokeyê jî nebihîstibûn, kir.

Bostanci piştî dît ku xwendekarên wî eleqeyeke mezin nîşan didin, li dibistanê tîma hokeyê saz kir û ligel tîma xwe beşdarî pêşbirekên hokeyê yên di navbera dibistanan da bû.

Herwiha heman tîm di nava du salan da bû şampiyonê Şampiyonaya Hokeyê ya Navherêmî û paşê jî derbasî binê banê Klûba Werzişa Ciwanan a Sirûcê bû. Tîm êdî antrenmanên xwe li tesîsên Midûriyeta Navçeyê ya Werziş û Xizmetên Ciwanan dike.

Ev zarokên ku di kurtedemekê da fêrî hokeyê bûn, dixwazin di tîma neteweyî da jî bilîzin.

Mamoste Bostanci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamênerê AAyê da destnîşan kir ku çawa wî li navçeyê dest bi peywirê kir, di heman demê da wî xwendekarên xwe hînî werzişa hokeyê kirin.

Bostanci diyar kir ku ew bi xwe jî 10 sal e bi hokeyê ra eleqedar e û wiha dewam kir, "Dema ku min ligel xwendekarên xwe dest bi vê werzişê kir, tu amûr û alavên me tunebûn. Me bixwe alavên xwe bîter kirin. Dema ku zarokan cara ewil hokey dîtin, pir şaş û metel man. Paşê meraq kirin û hatin leyîstin. Aniha li Sirûcê 32 zarok hokeyê dilîzin û xwe bo pêşbirkan amade dikin."

Xwendekarê pola 9emîn Nasir Koçlu diyar kir ku mala wan qedera 50 kîlomêtroyî dûrî navenda navçeyê ye û herwiha ew her roj ji malê tê û beşdarî antrenmanan dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.