Jiyan

Masiyan bi bîberonê xwedî dikin

Li Antalyayê li akvaryûma ku rojê bêtirî 2 hezar kes diçin seredanê, masî bi bîberonê tên xwedîkirin. Ev yek bala mirovan zehf dikişîne Midûrê giştî yê kargeriyê Kumkumoglu: "Em van masiyan mîna bebikan bi laka ron xwedî dikin.

Önder Beyter  | 26.06.2017 - Rojanekırın : 28.06.2017
Masiyan bi bîberonê xwedî dikin

Antalya

ANTALYA (AA) - Li Antalyayê li akvaryûma ku rojê bêtirî 2 hezar kes diçin seredanê, masî bi bîberonê tên xwedîkirin. Ev yek bala mirovan zehf dikişîne.

Akvaryûma li navenda parêzgehê ya ku bêtirî 10 hezarî masî tê da hene, bona tûrîstên xumalî û biyanî ciyekî sereke yê ziyaretê ye.

Li 4 beşên tematîk ên celeb celebî, reng û dîmenê Behra Sor, Oqyanûsa Atlantîk, Pasîfîk û Hindê radixin ber çavê mirovan.

Di akvaryûma ku hecma wê 7,5 milyon lître ye da ligel 180 semasiyî, nimûneyên jiyana binê behrê ya li Antalya û dewrûbera wê jî hene.

Midûrê giştî yê kargeriyê Kemal Kumkumoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li bajêr bi destpêka sezona tûrîzmê va ziyaretvanên akvaryûmê jî zêde bûn.

Kumkumoglu bal kişand, ew pêşbînî dikin ku hejmara tûrîstên ji Rûsya û Ewropayê wê zêde bin û herwiha di rojê da ew xizmetê didin zêdetirî 2 hezar ziyaretvanî.

- Seansên xwedîkirina semasiyan

Kumkumoglu diyar kir ku ew her roj di saet 12.00an da bona ziyaretvanan şova xwedîkirina semasiyan pêk tînin û wiha xeberda, "Di akvaryûmê da 180 semasî hene. Bi rastî em nîşanî însanan didin ku tiştekî tirsê tuneye. Dîsa jî her roj di saet 14.00an da çalakiya me ya bi bîberonê xwedîkirina masiyên 'koî' heye. Em van masiyan mîna bebikan bi laka ron xwedî dikin. Di vê çalakiyê da beşdarvanên me pir bi kelecanî dibin. Masîvanên me laka ron a taybet dixin bîberonan. Tûrîstên mêvanên me bîberonê didin devê semasiyan û bîberon di nava çend deqîqeyan da vala dibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın