Jiyan

Pirsgirêka ava vexwarinê ya Hekariyê tê çareserkirin

Cuneyt Epcîmê Wekîlê Şaredarê Hekariyê xebatên ava vexwarinê yên li 3 hezar û 500 mêtre bilindahiyê kontrol kir.

23.08.2017 - Rojanekırın : 02.09.2017
Pirsgirêka ava vexwarinê ya Hekariyê tê çareserkirin

Hakkari

HAKKARÎ

 Cuneyt Epcîmê Wekîlê Şaredarê Hekariyê xebatên ava vexwarinê yên li 3 hezar û 500 mêtre bilindahiyê kontrol kir.

Şaredariya Hekariyê ya ku bi wezîfedarkirina KHKyê va kar tên meşandin ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê xebatên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê da xebatên xeta ava ku ji Zozana Golanê ya bilindahiya wê 3 hezar û 500 mêtre ye tê kişandin dewam dikin.

Epcîmê Wekîlê Şaredar xebatên ku tên kirin kontrol kir û ji xebatkaran agahî sitand.

Epcîm got ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê lez dan xebatên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.