Jiyan

Pêla germahiyê ya Bakurê Afrîkayê tê

Tirkiye wê ji roja înê pê va di bin bandora pêla nû ya germahiya ku wê ji ser Bakurê Afrîkayê were da bimîne.

Önder Beyter  | 28.06.2017 - Rojanekırın : 29.06.2017
Pêla germahiyê ya Bakurê Afrîkayê tê

Ankara

ANKARA

Tevahiya welat wê ji roja înê pê va bikeve bandora pêla nû ya germahiya ku wê ji ser Bakurê Afrîkayê were.

Li gorî analîz û pêşbîniyên dawîn ên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, Tirkiye wê ji roja înê pê va di bin bandora pêla nû ya germahiya ku wê ji ser Bakurê Afrîkayê were da bimîne.

Pileya germê ku hê jî li gorî pileya normal a demsalê ye, ji ber bandora pêla nû ya germahiyê wê li seranserê welat bi awayekî berbiçav rabe. Bi vî awayî pileya germê wê li gorî pileya normal a demsalê, 6-10 pile rabe û herwiha ji ber vê çendê li hin parêzgeh û navçeyan pileya germahiyê wê bibe "pileya herî berz a çendîn salên vê axiriyê.

- Di saet 10.00-16.00an da baldar bin

Berztirîn pileyên germê yên ku dawiya hefteyê bona navendên hin parêzgehan tên pêşbînîkirin wiha ne:

Enqere, Bursa û Meletî 40 pile, Stenbol 37 pile, Îzmir û Edene 41 pile, Samsun, Trabzon û Erzirom 32 pile, Balikesîr, Edîrne û Antalya 42 pile, Diyarbekir 43 pile, Manîsa 44 pile û herwiha Riha û Aydinê jî 45 pile.

Ji hêla din va rayedaran daxwaz kir ku kal pîr, zarok û nexweşên kronîk di serî da, divê welatî li hemberî rewşên nexweş ên dibe ku nexwasim di navbera saet 10.00-16.00an da ji ber germahiyê rû bidin, baldar bin û tevdîra xwe bistînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.