Jiyan

Rojê çay difiroş e, evaran jî ji bo şampiyonaya dinyayê dixebite

Karakuş roj li çayxaneyekê dixebite û evaran jî ji bo şampiyona dinyayê diçe antremanan.

Fatih Gazioğlu  | 18.10.2017 - Rojanekırın : 19.10.2017
Rojê çay difiroş e,  evaran jî ji bo şampiyonaya dinyayê dixebite

Adıyaman

ADIYAMAN

Îbrahîm Karakuşê 25 salî werzişkarê Kîck boksê ye û gelek caran bûye Şampiyonê Tirkiyeyê. Karakuş roj li çayxaneyekê dixebite û evaran jî ji bo şampiyona dinyayê diçe antremanan. 

Karakuş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 8 sal e spora Kîck boksê dike û armanca wî ya herî mezin şampiyoniya dinyayê ye. Karakuş got ku ew ê 3yê mijdar ji bo şampiyoniya dinyayê here Budapeşteya paytexta Macaristanê û wiha axivî:"Ez ji bona debara malbata xwe li çayxaneyê dixebitim. Evaran jî diçime antremanan. Ez îsal ji bo tîma neteweyî hatim hilbijartin, ji ber vê yekê gelekî jî kêfxweş im. Hemû werzişkar dixwazin welatê xwe temsîl bikin. Helbet ya girîng ew e ku ez li wê derê bibim şampiyon. Armanca min jî ev e. Ji ber vê ez şev û roj dixebitim."

Antrenor Haluk Erdogan jî got ku ev 8 sale Îbrahîm perwerde dike û wiha axivî: "Em ê 23 cotmehê li Antalyayê beşdarî tîma neteweyî bibin. 3yê mijdarê jî em ê ji bo şampiyonaya dinyayê biçine Macaristanê. Înşallah em ê Îbrahîm wekî şampiyon binîne Adiyemanê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın