Tirkiye, Çand û huner, Jiyan

Sahilên Tirkiyê di eydê de qelebalix in

Di roja yekem a Eyda Remezanê de sahilên Tirkiyê yên li Mugla, Antalya, Tekirdag û Sînopê gelekî qelebalix bûn û xelkê eleqeyeke zêde nîşanî van navendan da.

Muhammet Kurşun  | 25.06.2017 - Rojanekırın : 26.06.2017
Sahilên Tirkiyê di eydê de qelebalix in

Muğla

ANKARA

Sahilên Tirkiyê piştî rojiyê di yekem roja Eyda Remezanê de li bajarên wek Antalya, Mugla, Tekirdag û Sînopê gelekî qelebalix bûn.

Li Muglayê germahî 35 pile bû û welatiyan û tûrîstan ji bo hênikbûnê berê xwe da sahilan, ketin behrê.

Li Sînopê jî ku yek ji bajarên herî bextewer e di Eyda Remezanê de qelebalixiyeke zêde dixuyê.

Bajarê Antalyayê jî wek hemû deman di eydê jî bû navnîşana serekî ya tatîlhezan.

Germahiya li Antalyayê gihîşt 39 pileyî. Sahilên wê hatin dagirtin.

Li bajarê Tekirdagê jî eleqeyeke zêde heye û ew der jî wek hemû peravan qelebalix e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın