Jiyan

Şaredar Topbaş xewna Yagmura ji Hekariyê, anî cih

Xewna Yagmur Gudera ji Hekariyê ya ji ber nebûna derfeta çûyîna Stenbolê, bavê wê maketa Tengava Stenbolê li malê ji bona wê çêkir û dilê wê xweş kir, Şaredariya Stenbolê anî cih.

Önder Beyter  | 20.06.2017 - Rojanekırın : 20.06.2017
Şaredar Topbaş xewna Yagmura ji Hekariyê, anî cih

Istanbul

ÎSTANBUL

Xewna Yagmur Gudera ji Hekariyê ya ji ber nebûna derfeta çûyîna Stenbolê, bavê wê maketa Tengava Stenbolê li malê ji bona wê çêkir û dilê wê xweş kir, Şaredariya Stenbolê anî cih.

Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê, Yagmur û bavê wê Aydin Guder anî Stenbolê. Yagmur digel bavê xwe wekî mêvana Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê bi balafirê hat Stenbolê. Yagmur çawa ku li Balafirxaneya Ataturkê peya bû, derbasî Floryayê bû û çû cem Şaredarê Bajarê Mezin Stenbolê Kadîr Topbaş.

Topbaş ligel Yagmura piçûk û bavê wê qederekê sohbet kir. Topbaş destnîşan kir piştî ku xeber di çapemeniyê da belav bû, wî Yagmur ligel malbata wê dawetî Stenbolê kir û wiha xeberda, "Bavê wê bona wê maketa Pira Tengavê çêkiriye. Wextê ku me meraqa Yagmurê ya Stenbolê bihîst, me got ka em vê keça xwe bînin Stenbolê da ku bi rastî jî Stenbolê bibîne, temaşe bike. Înşelah dê wekî mêvanê me li Stenbolê bimîne û wê Stenbolê spehî bibîne."

Kadîr Topbaş diyar kir ku derfeta wî çêbû û wî çendîn sal berê Hekarî dît û wiha dewam kir, "Hekarî bi rastî jî xarîqayeke xwezayê ye, herêmeke muthîş e. Li wê herêmê paraşûta berpalê û werzişa çiya di navê da mirov dikare her cure werzişê bike."

Yagmura ku ji halê wê diyar bû, metelmayî ye jî got ku cara yekê ye ew li balafirê siwar bû û wiha xeberda, "Min qet texmîn nedikir ku ezê bêm Stenbolê, lê ez hatim. Pir kêfxweş im."

Bavê Yagmurê jî ji Şaredar Topbaş re dua kir û got ew sala 2014an hatiye 8 mehan li Stenbolê xebitiye û piştre bêriya welat kiriye û vegeriyane Hekariyê.

Topbaş piştî ku hîn bû dersên Yagmurê baş in tabletek diyarî wê kir û malbata Yagmur a li Hekariyê jî vexwend Stenbolê. Diya Yagmurê jî dawet qebûl kir û dê malbat hemû eyda remezanê li Stenbolê derbas bike, li her derê bajêr bi dilê xwe bigere.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın