Jiyan

Şaredariya Batmanê alîkarî da 11 hezar xwendekarî

Şaredariya Batmanê ya bi Biryarnameya di hikmê Qanûnê da lê wezifedarî hat kirin ji bo 11 hezar xwendekarên diçin pola 1ê dest bi dayîna alîkariya amûrên qirtasiyeyê kir.

20.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Şaredariya Batmanê alîkarî da 11 hezar xwendekarî

Batman

BATMAN

 Şaredariya Batmanê ya ku bi Biryarnameya di hikmê Qanûnê da lê wezifedarî hat kirin ji bo 11 hezar xwendekarên diçin pola 1ê dest bi dayîna alîkariya amûrên qirtasiyeyê kir.

Şaredariya Batmanê heta niha 2 hezar û 952 heb pakêtên ji bo perwerdehiyê bi zabitnameyê teslîmî rêveberiyên dibistanan kir.

Tê payîn ku nava heftê da wê hemû alîkarî li xwendekaran bê belavkirin.

Wekîlê Şaredar Ertug Şevket Aksoy diyar kir ku ji bo serfiraziya xwendekaran dibistanên li navend û gundên ser navendê jî di projeya piştgiriyê da bi cih kirin.

Di pakêta piştgiriyê da çente, amûrên qirtasiyeyê û avdank heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.