Jiyan

Sêla sor a mizginiya biharê ket hewayê

Sêla sor di nav gel da wek sembola ji zivistanê derbasbûna biharê tê zanîn û tê meneya germbûna hewayê. Sêla sor îro ket hewayê

İbrahim Atmaca  | 20.02.2018 - Rojanekırın : 20.02.2018
Sêla sor a mizginiya biharê ket hewayê

Ankara

ANKARA 

Li gor salnameya gel sêla sor sembola ji zivistanê derbasbûna biharê ye û tê meneya germbûna hewayê. Sêla sor îro ket hewayê.

Serokê Makezanista Vegotinên Zarkî a Beşa Zanista Gelê Tirk a Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Gaziyê Prof. Ocal Oguz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji salnemaya ku bi ceribandinên li gor bûyerên ku di tebîetê da dubare dikin derketiye holê ra dibêjin salnameya gel.

Oguz bal kişand ku "cemre"ya ku jê ra dibêjin sêla sor di zimanê erebî da tê meneya "agir" an jî "koz"ê ye. Oguz destnîşan kir ku li Anadoluyê li gor salnameya gel salê parveyî duduyan dikin û jê ra dibêjin "kasim" û "rojên Xizir". Ji kasimê ra zivistan, ji rojên xizir ra havîn tê gotin.

Oguz got ku li gor salnameya mîladî rojên sermawezê di 8ê mijdarê da dest pê dikin û 179 roj dikşînin û di 5ê gulanê da dawî dibin û wiha dewam kir:

"Rojên sermawezê ji ber ku sibat 4 salan carekê 29 dikşîne 180 roj in. Rojên Xizir jî di 6ê gulanê da dest pê dikin û heta 7ê mijdarê 186 roj dikşînin. Sedema ku di 6ê gulanê da Xidrellez tê pîrozkirin jî ev salname ye û ew roj wek roja ewil a sala nû tê pîrozkirin. Ketina sêla sor ji rojên sermawezê derbasbûna rojên Xizir e, bi gotineke din va ji zivistanê derbasbûna biharê ra tê gotin. Li gor salnameya gel, roja 100em a rojên sermawezê ango di salnameya mîladî da dema ku 15ê sibatê hat, zivistan hêdî hêdî xatir dixwaze. Li gor baweriya gel û salnameya gel ji vê dîrokê 5 roj şûnda sêlên sor dest pê dikin û dikevin."

Di sala 2018an da dîrokên sêla sor

Oguz diyar kir, li gor salnameya gel û baweriyê, 5 roj piştî roja 100em a rojên sermawezê sêla sor dest pê dike û dikeve û wiha dewam kir:

"Di 105ê sermawezê da ango 20ê sibatê roja sêşemê, sêla sor wê têkeve hewayê û hemû sermaya hewayê bela bike û bîne xarê. Di 112ê sermawezê da ango 27ê sibata 2018an roja sêşemê, sêla sor wê têkeve avê, avê germ bike û cemedê vehelîne. Di 119ê sermawezê ango 6ê adara 2018an roja sêşemê sêla sor wê têkeve axê, axê germ bike, berfîn, kulîlk, pîvok an jî belgîzer wê hêşîn bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.