Jiyan

Uzungolê xemla sipî li xwe kir

Uzungola ku li Behra Reş a Rojhilatê herî zêde tûrîst tên ziyaret dikin bi berfê xemla sipî li xwe kir.

Haydar Şahin  | 22.11.2017 - Rojanekırın : 23.11.2017
Uzungolê xemla sipî li xwe kir

Trabzon

TRABZON

Uzungola ku li Behra Reş a Rojhilatê herî zêde tûrîst tên ziyaret dikin bi berfê xemla sipî li xwe kir.

Li peravê Trabzonê destê sipî şilî dibarî lêbelê li ciyên bilind jî berf barî.

Li Uzungola li ser Çaykaraya navçe û herêmên bilind berf barî û dîmenên xweşik derketin holê.

Uzungol bi mîmariya otantîk, berpalên kêş û daristana xwe va balê dikişîne ser xwe û bi berfê zarokan têra dilê xwe lîst.

Li navenda tûrîzmê ya ku barîna berfê hê dewam dike hin welatiyan jî wêne kişandin.

Wekî mayîn, li Çayiroba û Arpaoziya taxên navçeyê qalindahiya berfê gihîşte 30 santêmî.

Hanefî Tokê Şaredarê Çaykarayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku barîna berfê û hewaya sar li Uzungola ku her tim bala tûrîstan dikişîne jî tesîra xwe nîşan da. 

Tok got ji bo ku welatî di tengasiyê da nemînin xebatên xwe didomînin, ekîb her tim amade ne ku midaxeleyî rêyan bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.