Jiyan

Welatî eleqeyeke mezin nîşanî xweşiqitandina ser avê didin

Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê ya li perava Gola Wanê perwerdeya xweşiqitandina avê ya bi kablo tê dayîn, welatî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeyê didin

Haydar Şahin  | 26.07.2017 - Rojanekırın : 27.07.2017
Welatî eleqeyeke mezin nîşanî xweşiqitandina ser avê didin

Bitlis

BÎTLÎS

 Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê ya li perava Gola Wanê perwerdeya xweşiqitandina avê ya bi kablo tê dayîn, welatî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeyê didin.

Perwerde bi destê Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel tê dayîn û 74 kesên ku emrê wan di navbera 14 û 55 salî da ne beşdarî perwerdeyê dibin. Kesên ku tevlî perwerdeyê dibin him hînê xweşiqitandinê dibin him jî di avê da hênik dibin.

Qaymeqam Arîf Karaman daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ji peravên herî baş ên Behra Wanê yek jî ya Adilcewazê ye.

Karaman destnîşan kir ku xêncî tûrîstên xwemalî yên biyanî jî tên li vê derê xweşiqitanina avê ya bikablo diceribînin, mêvan di nav xweşikahiya sirûştî ya dewlemen da li peravê betlaneyeke xweş derbas dikin.

Karaman got herî zêde ciwan eleqeyê nîşanî perwerdeya xweşiqitandina avê ya bikablo didin û wiha axivî: "Em dixwazin ku vê sporê li navçeya xwe belav bikin. Hetanî ku welatî eleqeya xwe bidomînin em ê perwerdeyê jî bidomînin."

Midûrê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê Emre Yilmaz got ji bo Parka SUKAYê bikin ciyekî balkêş û spora xweşiqitandina avê bi ciwanan bidin hezkirin perwerdeyê bidin.

Ozgur Altayê perwerdekarê xweşiqitandina avê destnîşan kir ku li Adilcewaza ku lê aramî heye her diçe eleqeya ku nîşanî sporê û peravê didin zêde dibe û wiha pê da çû: "Hêviya me ew e ku hejmara kesên ku perwerdeya xweşiqitandina dibînin zêde be. Ev spor merivan zehf kelecanî dike. Li navçeyê ev spor pêşerojê ew ê bikeve nav sporên herî girîng."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.