Jiyan

Xaniyên bi van keviran tên çêkirin havînê "hênik" zivistanê "germ" in

Li Kopa navçeya Mûşê perçeyê latên mezin ên ku ji çiya tînin li atolyeyên ku gundî lê dixebitin ji hevdu perçe dikin. Latên li atolyeyê boyax dikin di çêkirina xanî, dibistan, mizgeft û kêlikên mezelan de bi kar tînin.

Sevim Hatun  | 17.08.2017 - Rojanekırın : 18.08.2017
Xaniyên bi van keviran tên çêkirin havînê "hênik" zivistanê "germ" in

Muş

MUŞ

 Li Kopa navçeya Mûşê perçeyê latên mezin ên ku ji çiya tînin li atolyeyên ku gundî lê dixebitin ji hevdu perçe dikin. Latên li atolyeyê boyax dikin di çêkirina xanî, dibistan, mizgeft û kêlikên mezelan de bi kar tînin.

3 kargehên li Kopê, zinarên ku ji Çiyayê Neynikê derdixin bi motoran tînin gundê lê kargeh hene.

Zinarên ku tînin kargehan li vir bi makîneyên kevir zinaran dişkênin. Kevirên mezin, biçûk rengîn ên curbecur ku ji van latan bi dest dixin difroşin Mûş, Diyarbekir, Agirî, Elezîz û Bidlîsê.

-X aniyên bi van keviran tên çêkirin havînê "hênik" in

Celal Yilmazê li Uzgorura ser navçeyê di atolyeya kevir de dixebite ji nûçegihanê AAyê re axivî, got ku wî atolyeyê di sala 2012an de ava kir, 16 kes tê de dixebitin.

Yilmaz got ku ew ji hîmekî mezin nêzî 300 kevirî derdixin û wiha dewam kir:

"Em kevirên li Çiyayê Neynîkê ku piştî bûyerên volkanîk çêbûne tînin atolyeyê. Ev kevir ji bo parastina germahiyê tên bikaranîn. Bi saya van kevirên ku di çêkirina xaniyan de tên bikaranîn xanî zivistanê germ, havînê jî hênik in. Sê rengên kevir hene gewr, spî û sor. Avahiyên ku bi van keviran tên çêkirin saxlem in. 20-30 salî temîrat hewce nake. Li ser daxwazên mişteriyan em şikl didin keviran. Em biharê dest bi xebatê dikin hetanî dawiya payizê dixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın