Jiyan

Zarokên li başûrê rojhilatê bi sporê wextê xwe derbas dikin

Bi hezaran zarokên ku derfetên wan tunene havînê herin tetîlê, li dibistanên sporê yên havînê wextê xwe derbas dikin û di hewzan de avjeniyê dikin.

Ferizat Kaya  | 09.08.2017 - Rojanekırın : 10.08.2017
Zarokên li başûrê rojhilatê bi sporê wextê xwe derbas dikin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li herêma başûrê rojhilata anadoluyê şaredariyên ku bi KHKyê wezîfedarkirin hat kirin, ji bo zarok sporê bikin, dixebitin.

Li Şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn, Batman û Şirnexa ku di çarçoveya KHKyê de wezîfedarkirin hat kirin, ji bo zaroka xizmet tê kirin.

Berê cih tunebû ku zarok lê bilîzin û bêhna xwe berdin, lê niha li gelek cih û dibistanan, qadên sporê tên çêkirin.

Bi hezaran zarokên ku derfetên wan tunene havînê herin tetîlê, li dibistanên sporê yên havînê wextê xwe derbas dikin.

- Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji bo zarokan bi 12 milyon lire butçeyê 46 qadên sporê hatin çêkirin. Di vê çarçoveyê da li 24 tax û 22 dibistanan dest bi avakirina qadên sporê kirin. Her wiha 2 qadên basketbolê û qadeke gogê tên temîrkirin.

Her wiha 3 hezar zarok bi saya dibistanên sporê yê havînê, kêfa havînê derdixin.

- Mêrdîn

Şaredariya Mêrdînê ji bo zarok û ciwanan xebatên xwe yên qadên sporê didomînin.

Bi alîkariya şaredariyên navçeyan li 10 cihên cûde hewzên avjeniyê hatin çêkirin û nêzî 7 hezar zarokî qursa avjeniyê dibînin.

- Batman

Şaredariya Batmanê ji bo zarokan dixebite.

Rêvebirina nû kûluba Sporê yê Şaredariyê ava kir û Kompleksa Sporê ya Şaredariyê aktîf kir.

Li bajarê qursên futbol, basketbol, hentbol, voleybol, tenîs, avjenî, atletîzm, oryantîrîng, jûdo, badmînton, dart, step, aerobîk, pîlates, tekvando, qerete hatin vekirin û xizmetê didin 10 hezar zarokan.

- Şirnex

Şaredariya Şirnexê Kulûba Sporê ya Şaredariyê ava kir.

Rêvebirina Şaredariyê amûrên sporê peyda kir û mesrefên tîmên futbol û basketbolê hilda ser xwe.

Her wiha ji bo zarok bi rihetî sporê bikin xebatên çêkirina qadên sporê dewam dikin.

- Zarok pir kêfxweş in

Ji zarokên diyarbekirî Mert Aslankiliç got ku qada basketbolê ya şaredariyê bêpere bi kar tîne û betlana xwe ya havînê bi hevalên xwe re li vira derbas dike.

Ji Mêrdînê Aleyna Alsû jî got ku derfeta wan tunebû ku herin tetîlê lê li tesîsên ku ji aliyê şaredariyê hatiye çêkirin, wextê xwe derbas dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın