Polîtîka, Nûçeyên analîzê

Bertekên dijî hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li Şengalê zêde dibin

Rayedarên herêmê û nûnerên êzdiyan jî piştgirî dan helwesta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî ku rêxistina terorê PKK hişyar kiribû ku heger ew ji Şengalê dernekevin, dibe ku ew serî li rêbaza leşkerî bidin.

27.12.2016 - Rojanekırın : 28.12.2016
Bertekên dijî hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li Şengalê zêde dibin

Arbil

HEWLÊR 

Bertekên dijî hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li Şengala navçeya Mûsila Iraqê berdewam in.

Piştî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, rayedar û siyasetmedarên herêmê jî diyar dikin ku divê rêxistina terorê PKK ji Şengalê derkeve.

Parlementerê êzdî yê ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şêx Şamo der heqê mijarê da ji peyamnerê AAyê ra xeberda û wiha got, "Ev du sal in me gelekî hewl da ku PKK ji Şengalê derkeve. Lêbelê PKK dernayê. Êdî me sebr nemaye."

Parlementer Şamo bal kişand ku zarokên êzdî ji DEAŞê direvin lê dikevin destê PKKyê û wiha dewam kir:

"Zirara ku PKKyê da zarokan, ji ya DEAŞê bêtir e. DEAŞê zarokên me û jinên me revandin. Me rêyên cuda ceribandin û hinek ji wan rizgar kirin. Lê zarokên me yên ku beşdarî PKKyê dibin, êdî ne mumkin e ku em wan rizgar bikin an jî bi paş da bînin. Rewşa me ev e. Civata êzdî di wê rewşê da nîne ku zextên PKKyê qebûl bike."

Endamê Konseya Serokatiyê ya PDKyê Elî Ewnî jî diyar kir ku ewê wekî partî teqez çavên xwe li ber hebûna PKKyê ya li Şingalê negirin û wiha got, "Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî der heqê hebûna PKKyê ya li Şengalê da gotina dawîn got. Heger bêpirsgirêk û bi rêbazeke aştiyane deverên di kontrola xwe da vala nekin, çi hewce bike dê were kirin."

Parlementera êzdî Viyan Daxil ku li parlementoya Iraqê parlementer e, wiha xeberda:

"Heger PKK bi hinceta parastina êzdiyan li Şengalê ye, nexwe êdî hewcedarî nemaye, divê di kurtedemekê da vekişin."

Daxilê diyar kir ku bi dehan sazî ji bo ji nû va avakirina Şengalê amade ne lê belê li bendê ne ku PKK ji herêmê vekişe û wiha pê daçû: "Lê belê ji ber hebûna rêxistinê tu kes naxwaze were xebatan bike. Sazî an jî kesên ku dixwazin werin li herêmê xizmetê bidin PKKê wek tehdîd dibînin."

- "PKK zarokên êzgî hildide bin çena ku pêşeroja wan dixe xetereyê"

Daxilê diyar kir ku PKKya rêxistina terorê zarokan hildide bin çekan û wiha got: "PKK zarokên êzgî hildide bin çena ku pêşeroja wan dixe xetereyê. PKK qîz û xortên me hildide bin çekan û ev li erf û edetên me nayê. Malbata zarokên ku çek dane destê wan tengasiyên mezin dikişînin. Her roj bi dehan dê û bavên ku digrîn bi min ra têkiliyê datînin, aqûbeta zarokên xwe yên ku rêxistinê revandiye dipirsin û dixwazin ku paşda bên anîn."

Daxilê bal kişand ku PKK li herêmê bi rêxistinên navê cuda va xwe vedişêre û wiha pê da çû:

"Li Şengakê komên bi navê PKK, YPG, YPJ, YBŞ û gelek navên din hene lê belê hemûyên wan bi destekî tên rêvabirin û hedefeke wan heye. Li Şengalê di pişt hemû komên ku bi navên cuda tev digerin da PKK heye. Ez vê rind dizanim ku PKK sîlahan dide destê zarokên êzdî û wan dişîne Sûriye û Tirkiyeyê."

Ji ser malpera fermî ya partiyê di daxuyaniya Serbest Lezgînê berpirsê eskerî yê Şengalê yê PDKê ye hat weşandin da hat gotin ku PKK bi tenê ne li Şengalê li herêmên din ên HKIyê jî heye û ev jî talûkeyeke mezin e.

Lezgîn di daxuyaniya xwe da wiha got: "PKK ji bo gelê Kurdistanê êşeke mezin a serî ye û vê yekê didomîne. PKK him ji bo ewlehiya Şengalê û him jî ji bo herêma Kurdistanê tehdîdeke pir cidî ye. Li Şengalê tevlî PKKê hin milîtanên biyanî jî hene û em nizanin ku ew kî ne û girêdayiyê kê derê ne. Em wisa texmîn dikin ku ev milîtan ji Tirkiye, Sûriye û Îranê hatine. Israrkirina PKKê ya ji bo li vê derê mayinê wê bi kêrî berjewendiyê wan neyê."

Lezgîn şer û pevçûnên ku di sala 1995an da di navbera PDK û PKKê da qewimîn bibîrxist û got: "PDKê wê demê êrîşî kesî nekir. PKK bi xwe di sala 1995an da êrîşî PDKê kir. PDKê jî xwe parast û PKK ji wan êrîşên xwe çi hîn bû ew baş zane."

Serokê HKIyê Mesûd Barzanî gotibû "Tu karê PKKê li Şengalê tuneye" û Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî jî di daxuyaniya xwe ya hefteya borî da got ku heke PKK ji Şengalê venekişe wê demê ewê serî li "Rêbaza eskerî" bidin û hişyarî dabû.

PKKya rêxistina terorê êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya ku di 3ê tebaxa 2014an da biribû ser Şengalê ji xwe re wek hincet nîşan dabû û ketibû herêmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.