Nûçeyên analîzê

Cî û war ji endamên rêxistina terorê tên paqijkirin

Piştî îlankirina qedexeya derketina derva li Şirnex, Nisêbîna navçeya Mêrdînê û Yuksekovaya navçeya Hekariyê operasyonên li dijî endamên PKKya rêxistina terorê dewam dikin.

08.04.2016 - Rojanekırın : 09.04.2016
Cî û war ji endamên rêxistina terorê tên paqijkirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Piştî îlankirina qedexeya derketina derva li Şirnex, Nisêbîna navçeya Mêrdînê û Yuksekovaya navçeya Hekariyê operasyonên li dijî endamên PKKya rêxistina terorê dewam dikin.

Di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da operasyonên li Sîlwan û Sûra Diyarbekirê û li Cizîr, Silopî û Îdila Şirnexê bi serkeftî temam bûn.

Di operasyonên li Şirnex, Nisêbîn û Yuksekovayê heta niha 476 endamên rêxistinê hatin kuştin.

Li van cî û waran hêzên ewlehiyê 473 çal û barîkat berteraf kirin û di xebatên lêgerînê da li mal, bexçe û kuçeyan hezar û 15 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin.

- Şirnex

Li navenda Şirnexê piştî operasyona ku di 14ê adarê da dest pê kir, xebatên rakirina barîkatan, girtina çalan û berterfkirina endamên rêxistinê di roja 24an da ye û ji sedî 36ê operasyonê temam bû.

Li bajêr tê texmînkirin ku qederê 400 çal û barîkat hene û operasyon li taxên Yeşîlyurt, Dicle, Cumhuriyet û Îsmetpaşayê dewam dike.

Di operasyonan da heta niha 156 endamên rêxistinê hatin kuştin, 101 çal û barîkat hatin rakirin û 398 teqemenî hatin îmhekirin.

- Nisêbîn

Li navçeyê pêşiyê li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dicle û Yenîşehirê di 1ê cotmeha 2015an da ji bo 6 rojan qedexeya derketina derva hat îlan kirin. Li navçeyê di demên cuda da 7 caran jî qedexeya derketina derva hat îlankirin û endamên rêxistinê ji xeynî 4 taxan li Kişla û Zeynel Abidîn jî gelek çal û barîkat çêkirin û teqemeniyan bi cî kirin. Herî dawîn di operasyona ku di 14ê adarê dest pê kir da ji 20 tonî zêdeti teqemenî hatin îmhekirin.

Di operasyona ku di 14 adarê da dest pê kir da heta niha 185 endamên rêxistinê hatin kuştin, 129 çal û barîkat hatin rakirin û 420 teqemenî hatin îmhekirin.

- Yuksekova

Operasyona ku di 13ê adarê da dest pê kir da xebat û têkoşîn li taxên Mezarlik, Eskî Kişla, Orman, Yenî, Yeşildere, Cumhuriyet, Gungor, Dîze û Esentepeyê dewam dikin.

Di operasyonan da heta niha 135 endamên rêxistinê hatin kuştin, 243 çal û barîkat hatin rakirin û 197 teqemenî hatin îmhekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın