Polîtîka, Nûçeyên analîzê

"Hedefa Operasyona Mertalê Feratê welatek an jî kesek nîne"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Hedefa Operasyona Mertalê Feratê welatek an kesek nîne, bi tenê rêxistinên terorê ye. Bi caran e em tînin ziman bira tu kes di vê mijarê da nekeve şikê û gotinên me bi awayekî din şîrove neke nekişîne aliyek din."

01.12.2016 - Rojanekırın : 02.12.2016
"Hedefa Operasyona Mertalê Feratê welatek an jî kesek nîne"

Ankara

ANKARA

Serokomar Erdogan: "Hedefa Operasyona Mertalê Feratê welatek an kesek nîne, bi tenê rêxistinên terorê ye. Bi caran e em tînin ziman bira tu kes di vê mijara ku nekeve şikê, bira tu kes jî gotinên me bi awayekî din şîrove neke û di aliyekî da nekişîne."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Civîna Mixtaran a 30yemîn da xeberda.

Serokomar Erdogan der barê Yekîtiya Ewropayê da wiha got: "Ne quweta saziyên Yekîtiya Ewropayê ne jî ya welatên Ewropaya ku di nav lepên nexweşiya neteweperestiyê da ye digihêje ku me ji Ewropayê dûr bixin. Em li Ewropayê mêvan nînin, xwediyê malê ne. Pirsgirêkên ku van rojên dawîn di navbera me û YEyê û hin welatên Ewropayê da derketine pevçûnên siyaseta rojane ne."

Erdogan wiha peyivî: "Em têkiliyên xwe yên bi Rojavayê li hember Rojhilat, yên Rojhilatê jî li hember Rojavayê wek alternatîf nabînin. Berevajî vê em vê rewşa xwe him ji bo xwe û him jî ji bo dostên xwe temînata têkiliyên ku hevdu temam dikin, dibînin. Heman rewş ji bo Behra Reş û Behra Spî jî wiha ye. Hemû welatên ku der û dora van behra ne, deriyê me ne yek be jî, behra me yek e û ew cînarên me ne."

Serokomar Erdogan diyar kir ku heger YE dev ji dubendiyê berde em amade ne ku bibin endam û wiha axivî: "Heger Yekîtiya Ewropayê (YE) dest ji husûmeta bêwate û dubendiyên li hemberî welatê me bikişîne, em vêga amade ne ku bibin endamê YEyê. Heger YE gavên mîna serbestiya vîzeyê ku soz da û bi qesdî bicih neanî, 6 milyar ewro alîkariya bona penaberan û vekirina feslên nû bavêje, wê demê helbet emê jî helwesta xwe ya xêrê nîşan bidin. Lêbelê êdî serdema gavavêtina yekalî derbas bû."

Erdogan wiha got: "Hemû zarokên ku ji ber bombeyên di ser Helebê da dikevin digrîn û hemû dê û bavên ku zarokên xwe hembêz dikin xuşk û birayên me ne. Hemû însanên ku li Mûsil, Telafer û bajarên din ji alîkî va di binê zilma DEAŞê ji aliyê din va jî di bin zilma milîsên mezhebgir ên zalim da ne xuşk û birayên me ne. Her kî ku rabe ji me ra bêje 'dest nede van' bira bizanibe ku ji me ra dibêje 'parçekê dilê xwe biqetîne û biavêje'. Em nikarin vê bikin. Em çawa ku berê li dijî zilma li Efxanistan, Balqanan, Qerebax, Qirim û Qibrisê derketin em îro jî li dijî zilma li Iraq, Sûriye û herêmên din derdikevin û rizayê nîşan nadin. Eva helwesta mîrata tarîxa me ye."

Erdogan destnîşan kir ku heger Tirkiye tenê bimîne jî dê têkoşîna dijî rêxistinên terorê bidomîne û wiha xeberda: "Di vê têkoşînê da ji welatên Rojava piştevanî li aliyekî, em bi astengî û astengkirinên pir cidî ra rûbirû dibin. Hin fîrmayên li Ewropayê daxuyanî didin ku dê alavên leşkerî nefiroşin welatê me. Dibêjin, 'Cîranê nebaş merivan dike hewcedar'."

Serokomar Erdogan diyar kir ku rayedarên payebilind ên FETOyê reviyane derveyî welêt û wiha dewam kir: "Rêvebirên payebilind ên vê rêxistina îxanetê (FETO) ji leşkeran bigre heta polêsan, ji karsazan bigre heta akademîsyenan jê gelek çûn dervayî welêt. Hûn çima reviyan? Heke hûn durist bin û heke hûn dilsoz bin ma hûn çima reviyan? Ev jî nîşan dide ku ew sûcdar in. Ji ber ku sûcên xwe dizanin, reviyan. Dema em van kesan û wan welatên ku van kesan xwe spartine dinêhêrin, em nêta wan baştir dizanin. Welatên ku van kesan diparêzin bila qisûrê nenihêrin, ew hemû jî şirîkên vî sûcî ne. Ev vê jî ji vir eşkere dibêjim. Em dibêjin 'wan bidin me' ew nadin. Ev tê çi meneyê? Di qada hiqûqê de ji vê re dibêjin alîkarî. Ev welat alîkarî û piştgiriya wan kesan dikin."

Erdogan der barê mizakereyên endamtiya YEyê da wiha xeberda: "Nîv qirn e ku em li bendê ne, em westiyan e, em pir xapiyan, 53 sal... Bi nirx û rêgezên xwe ra dikevin nakokiyê, saziyeke ku digel vê helwesta xwe li dijî Tirkiyê wiha tevdigere, pêbaweriyê nade tu kesî, ev ne pêkan e. Îro li ser Tirkiyê dubendiyê dikin, garantî di destê kê da heye ku siberoj li ser welatekî din yê endam dubendiyê neke? Ji ber wê yekê di mijara Yekîtiya Ewropayê da em biryarê ji welatên endam ra dihêlin. Heke Ewropa ya ku dikeve ser milê xwe bike, em ê li ser her sozên xwe yên ku me heta roja îro dabûn, bisekinin. Heke na ew dizanin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku heyata FETOyê li ser derewan ava bûye û wiha got: "Hemû heyata wan (FETO) wekî vê heyamê li ser xapandin, derew û riyayê hatiye avakirin. Ji vir bi da jî wê heman tiştan bikin. Bawer im wê di nav meha kanûnê da û piştî wê jî derewan bikin û berdin meydanê. Lê êdî tu qîmeta wê tuneye. Lewra Dewleta Komara Tirkiyeyê û gelê tirk deftera wan girt. Bermayiyên wan jî ku li derdorê mane wê bên tesbitkirin û berterefkirin."

Serokomar Erdogan ji bo hin fîrmayên ku li ser firotina alavên leşkerî daxuyanî dan wiha got: "Ji destpêkê pê va ev hat serê me, me hîs kir, loma jî 14 sal in em dixebitin ku li ser piyê xwe bisekinin. Evana belengaz in. We destana me ya Çanakkaleyê xwendiye? Êdî zihniyeta xaçiyan bû dîrok. Gelo hûn dixwazin cardin vê hişyar bikin? Hûn dixwazin vegerin berê gelo? Heke dilê we hebe hûn tiştekî wiha bikin, ev tiştekî pir xelet e. Pêşiyê xwe test bikin, ev welat welatekî NATOyê ye. Ji xwe bipirsin û bêjin em li dijî welatekî NATOyê 'Gaveke wiha çawa davêjin'. Hûn di rêya şaş da nin, xwe test bikin, werin rêya rast."

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Giregirên rêxistinên terorê lê mêze kirin û dîtin ku ev kar bi çek, bombe, tank û firokeyan va nabe û vêca dest bi çêra dikin. Êrîşên ku di vê axiriyê da aboriya me rûbirû dimîne, wa ye divê mirov vê wateyê lê bar bike. Ez ji kesên ku li paş van spekulasyonan in ra dibêjim ku vî miletê han ku rê neda qatîlên we yên destbixwîn, bi wan piyonên xwe yên ku hûn bi dolarekî dikirin, tevlihev nekin. Ev milet, miletekî wisa ye ku roja piştî derbeyê 2,5 milyar dolarê xwe hûr kir û piştevaniya aboriya xwe kir. Hûn heger wisa hesab dikin ku hûnê bi çeka dovîzê pişta Tirkiyeyê daynin erdê, hûn dixapin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.