Nûçeyên analîzê

Li Îranê ber bi hilbijartina Serokomariyê

Li Îranê grûbên siyasî bona hilbijartina Serokomariyê ya serdema 12emîn ku dê di 19ê gulanê da were kirin, namzedên xwe kifş dikin.

13.04.2017 - Rojanekırın : 13.04.2017
Li Îranê ber bi hilbijartina Serokomariyê

Tahran

TEHRAN

Li Îranê grûbên siyasî bona hilbijartina Serokomariyê ya serdema 12emîn ku dê di 19ê gulanê da were kirin, namzedên xwe kifş dikin. Herwiha digel ku serkirdeyê Îranê Elî Xameney şîreta "nebe namzed" lê kiribû jî, kevneserokomar Mehmûd Ehmedînejad guh nedayê û bû namzed.

Reformîst û muhefezekarên netundrew daxuyandin ku ewê piştgiriya Serokomarê niha Hesen Ruhanî bikin, muhefezekaran jî daxuyandin ku ewê piştevaniya serdozgerê berê Îbrahîm Reîsî bikin. Li Îranê xelkê bertek nîşanî Ehmedînejad da, ku wî guhê xwe neda şîreta Xameney.

Hucetulîslam Muhsîn Gareviyan ku li bajarê Qûmê kesayetekî navdar e, ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ra xeberda û diyar kir ku heger nêrînên Xameney neyên guhdarîkirin, dibe ku encamên wê yên xeternak çêbibin.

Gareviyan wiha axivî, "Pir xeternak e ku nêrînên Xameney ji aliyê Ehmedînejad va bên pêpeskirin. Ev bûyer dê bibe sedema rûdanên xirab. Ez bangî rayedaran dikim ku li ser vê mijarê bisekinin."

Kevneparlementerê ji baskê muhefezekaran Îlyas Nadîran jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotina "dawiya Ehmedînejad" belav kir.

Ji baskê muhefezekarên tundrew Elî Nadîrî ku edîtorê malpera nûçeyan Recanews a ku bi nêzîkbûna xwe ya Eniya Berxwedanê tê zanîn jî biryara Ehmedînejad wiha şîrove kir, "Em îro bi lîstikeke gilûgij a îngilizan ra rûbirû ne."

Xameney di daxuyaniya xwe ya meha îlonê da şîret li Ehmedînejad kiribû ku di hilbijartina îsal a serokomariyê da nebe namzed. Li ser vê daxuyaniyê Ehmedînejad jî di nameyeke xwe da wiha xîtabî Xameney kiribû, "We ferman kir ku îsal beşdarbûna min a hilbijartina îsal, ne li gorî meslehetan e. Ez jî radigihînim ku ezê beşdar nebim."

Kevneserokomar digel vê îfadeya xwe namzediya xwe ya serokomariyê ragihand.

Duhê piştî ku li avahiya Wezareta Karên Navxweyî wî serîlêdana xwe kir, pirsa "We daxuyandibû ku hûnê nebin namzed?" raberî Ehmedînejad kirin û wî jî wiha bersiv da, "Ez bona piştevaniya Baqayî dibim namzed. Ez li ser soza xwe ya ku min da rêber (Xameney) im."

- Întixara siyasî

Tê pêşbînîkirin ku muhefezekarên ku di serdemên berê da piştevaniya Ehmedînejad kirin, wê îcar piştgiriyê nedin wî. Dîsa bi awayekî teqez tê pêşbînîkirin ku Konseya Pasewanên Destûrê wê namzediya Ehmedînejad red bike û herwiha ji ber ku bereksê Xameney bû namzed, ev helwesta wî wekî "întihara siyasî" tê nirxandin.

- Reformîst dîsa piştgiriya Ruhanî dikin

Li welat herdu eniyên siyasî yên sereke reformîst û muhefezekaran namzedên xwe diyar kirin.

Serokê Konseya Polîtîkayên Hilbijartina Reformîstên Îranê Mihemed Riza Arif di daxuyaniya xwe ya piştî civîna derasayî ya konseyê ku meha çûyî pêk hat da ragihand ku ewê di hilbijartina Serokomariyê da piştevaniya Ruhanî bikin. Arif herwiha di hilbijartina sala 2013an da bona Ruhanî namzediya xwe vekişandibû.

Partiya Îtidal û Pêşketinê ku Serokomar Ruhanî pêşengê wê ye, digel reformîstan di bin sîwana Yekîtiya Reofrmîst û Piştevanên Hikûmetê beşdarî hilbijartina Meclisa Îranê ya serdema 10emîn û hilbijartina Meclisa Pisporan a sedema 5emîn bibûn û ji gel gelekî ray standibûn û herwiha dabûn pêşiya muhefezekaran.

Herçiqas fîgurê siyasî yê girîng yê welat Rafsancanî ku di meha rêbendanê da wefat kir, îro li heyatê nebe jî peyrevên wî û malbata Xumeynî wê dîsa piştgiriya Ruhanî bikin.

- Sozên ku Ruhanî bicih neanîn mijara rexneyan e

Ji hêla din, ji ber ku Serokomarê niha Ruhanî sozên xwe neanîn cih, ji aliyê muxalifên wî va tê rexnekirin. Ji herdu babetên ku herî zêde rexne lê tê girtin jî kêşeyên aborî û bêkariyê ne.

Piştî peymana nukleerê beşek ji mueyîdeyên li ser Îranê hatibûn rakirin û ji ber vê yekê jî dihat pêşbînîkirin ku aboriya Îranê hinekî bi xwe va were. Lêbelê digel vê yekê, di serdema Ruhanî da aboriya Îranê qedera ji sedî 10an teng bû û ev jî bû sedem ku pereyê alîkariyê yê ku di serdemên berê da li gel dihat belavkirin, were birîn.

Li gorî texmînan Ruhaniyê teqez di hilbijartinê da bi ser bikeve, lêbelê ji ber mijarên li jorê destnîşankirî jî tê pêşbînîkirin ku wê dengên Ruhanî kêm bin.

- Namzedê muhefezekaran: Reîsî

Endamê kongreya Eniya Gel a Hêzên Şoreşa Îslamê (CEMNA) Sûlet Murtazawî ragihandibû ku Îbrahîm Reîsî ji wezîfeya xwe ya li Navenda Çavdêriya Hilbijartinan îstifa kir û ji ber hindê bernamzediya wî ya Serokomariyê teqez bû.

Reîsî li Îranê wekî yek ji bihêztirîn aktorê siyasî yê baskê muhefezekaran tê naskirin û herwiha Reîsî, Kuliyeya Îmam Riza ya li bajarê Meşhedê û mal û sermiyanê weqfê bi rê va dibe. Ango Reîsî serokatiya weqfa herî bihêz a li welat dike.

Reîsiyê 56 salî di salên xwe yên xortanî û navseretiyê da li gelek bajarî dozgerî kir û herwiha di nava 4 endamên komîteya ku bi emrê Xumeynî di 1988an da bona biryara îdama dijberên rejimê yên girtî hatibû damezirandin û muxalif jî wekî "komîteya mirinê" bi nav dikin da cih girtibû.

Rîsa Reîsî wezîfeya Serokatiya Dezgeha Çavdêriya Giştî ya Îranê û Alîkariya Serokê Daraza Îranê jî kiribû û di navbera 2014-2016an da wezîfeya Serdozgeriya Îranê bi cih anîbû.

Reîsî wekî namzedî herî xurt ê eniya dijberê Ruhanî tê destnîşankirin.

- Şertên Serokomariyê

Li gorî destûra welat di hilbijartinên Serokomariyê da mêrên hemwelatî yên ku li Îranê jidayik bûne, xwedan nasnameya siyasî û mezhebî ne, wesfê wan ê rêveberiyê heye, endamê mezheba fermî (şîe) ya welat in, dikarin bibin namzed.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.