Tirkiye, Nûçeyên analîzê

"Me ev welat li qadên şer ava kir"

Serokomar Erdogan got ku "Me ev welat ne bi bazariyên ku li ser maseyê hatin kirin bi xwînên mibarek ên şehîdên ku di qadên şer de mirin û diayên mezinên xwe ava kir."

07.01.2017 - Rojanekırın : 07.01.2017
"Me ev welat li qadên şer ava kir"

Istanbul

ŞANLIURFA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di xwarina Walîtiya Rihayê ya ku li Otêla Nevaliyê hat lidarxistin û nûnerên saziyên civakî yên sivîl û rîspî beşdar bûn de axivî û got ku piştî sal û nîv navberê dîsa li Rihayê ye û ji ber vê yekê kêfxweş e.

Erdogan diyar kir ku îro li Qada Rabîayê 58 berhemên ku hatin temamkirin vekirin û got ku bila ev veberhênan bi xêr bin.

- "Me ev welêt li qadên şer ava kir"

Serokomar Erdogan got ku "Me çi gotibû? 'Em ê bikevin şikeftên wan' Em niha ketin şikeftên wan, em dikevin, li cihekî revê digerin. Bi vî awayî li bajarên mezin, vir û wir çalakiyên terorê yên gelekî mezin dikin. Hevalno tabiî kî bedêla her serkeftinekî heye lê em ê zû yan dereng vê karê bi îzna Xwedê xilas bikin. Divê em vê tu carî ji hişê xwe dernexînin; me ev welat ne bi bazariyên ku li ser maseyê hatin kirin bi xwînên mibarek ên şehîdên ku di qadên şer de mirin û bi diayên mezinên xwe ava kir."

- "Gelekî baş dizanin ku Tirkiyeyeke hêzdar dikare çi bi dest bixe"

Erdogan diyar kir ku ji Tirkiyeya ku hêzdar dibe aciz dibin û Tirkiyeya hêzdar hezm nakin û wiha axivî: "Dizanin ku Tirkiyeyeke hêzdar dê çi bi dest bixe. Bixwazin jî nexwazin jî em ê vê karê bi ser bixin. Çi dikin bila bikin me senaryoyên ku ji rêxistinên terorê û manîpulasyonên aborî tên ferzkirin qebûl nekir em ê nekin."

- "Şûna Tirkiyeyeke serbixwe, hêzdar û mureffeh welatekî bêîstiqrar dixwazin"

Serokomar Erdogan ev gotin: "Navê wê çi dibe bila bibe hewl didin ku rêxistinên terorê wekî amûrekî bi kar bînin û hêza me ya berxwedanê bişkînin. Şûna Tirkiyeyekî serbixwe, hêzdar û mureffeh welatekî ku bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re mijûl dibe, nikare ku serê xwe ji terorê rake û bêîstiqrar dixwazin. Ji bo vê kî hebe ku ji bo xwe bide bikaranîn amade ye, kîjan rêxistin hebe hemû xistin rewacê. Ez dipirsim; gelo kî di wextê herî dijwar a yekîtî, biherebûn û biratiya welatê me de bi xendeqan, çalan û bombeyan jiyana mirovên me rezîl kirin xiste dewrê? Kesên şûna ku rayeya ku gel ji bo siyasetê da wan bi kar bînin çûn ji bo baronên terorê bûn hêsîr û bende ji bo van îxanetên xwe êdî çi hincetê nîşan bidin. FETO ev 40 sal in ku bi gotina hîmmet, xizmet, perwerde dikevin nav dewletê, ji nirxên herî pîroz ên gel xwariye ket xwîna 248 mirovên me û ma gelo tu şîroveyeke din a vê yekê heye?"

- "Karê hêzên me yên ewlehiyê dê ew qas hêsan bibe"

Erdogan qala girîngiya îstixbarata mirovî ya şûna îstixbarata teknikî kir û wiha axivî:

"Îstixbarata herî girîng îstixbarata teknîk nîne, ya herî girîng îstixbarata mirovan e û di vê mijarê de mixtarên me, di vê mijarê de welatiyên me heke vê bidin zanîn wê çaxê dê karê hêzên me yên ewlehiyê jî ew qas hêsan bibe. Heke em bixwazin ku koka terorê biqelînin pêşî ji kî tê bila bê divê me çalakiyên terorê şermezar bikin, dijî van helwesteke biprensîb û hevgirtî nîşan bidin."

- "Ez ji ber helwesta wî ya waqûr spasiya Birêz Bahçelî dikim"

Hemd ji Xwedê re ku îro gelekî ku ji hikûmet û dewletê xwe bawer e heye, digel ku di aleyhê wê de propaganda tê kirin jî -di hizûra we de ez bi rastî jî- di mixalefetê de ji ber ku li hikûmet û dewleta xwe xwedî derket helwesteke waqûr nîşan da spasiya Birêz Bahçelî dikim."

- "Kurê bavê min jî be heke xaînê welat be divê em îlan bikin"

Erdogan got ku hin kes li îdeolojî û nasnameya terorîstan dinêrin û helwesta xwe ya dijî bûyeran wisa diyar dkirin û got ku "Kurê bavê me jî be heke xaînê welêt be divê em vê demildest bidin ragihandin, bidin zanîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.