Nûçeyên analîzê

NÊRÎN - Rûbirûbûna Emrîka û Îranê li Sûriyê û rewşa Tirkiyê

Di şerê navxweyî yê Sûriyê de her aktor hewl dide ku qada bi dest xistiye firehtir bike. Bi saya herêmên bêşer yên bi garantoriya Tirkiye-Rûsya û Îranê hatin îmzekirin mucadeleya eskerî ber bi herêmên DEAŞê yanî rojhilat û başûrê welat ve çûye.

Muhammet Kurşun  | 28.06.2017 - Rojanekırın : 29.06.2017
NÊRÎN - Rûbirûbûna Emrîka û Îranê li Sûriyê û rewşa Tirkiyê

İstanbul

ÎSTANBUL

Di şerê navxweyî yê Sûriyê de her aktor hewl dide ku qada bi dest xistiye firehtir bike. Bi saya herêmên bêşer yên bi garantoriya Tirkiye-Rûsya û Îranê hatin îmzekirin mucadeleya eskerî ber bi herêmên DEAŞê yanî rojhilat û başûrê welat ve çûye.

Ji bo bidestxistina herêmên DEAŞê du cenah mucadeleyê dikin. Ev reqabet ji destpêka Hezîrana 2017an ber bi vir ve her ku diçe gurtir dibe. Cenahê ewil rejima Sûriyê, Îran û hêzên milîs ên girêdayî Îranê ne ku bi pêşengiya Rûsyayê û piştgiriya wê ya esmanî pêşde diçin. Pêşengiya cenahê din jî Emrîka dike. Wek hêza bejayî yî li rojhilatê bakur HSD/YPG û başûr jî mixalifên navenda wan Dera ye şer dikin.

- Emrîka û Rûsya ji bo heman herêman şer dikin

Di mucadeleya herdu cenahan de Tanfa li ser sînorê Urdinê, Ebû Kemala li sînorê Iraqê û herdu bajarên mezin ên li ser Hewzeya Feratê Reqa û Deyruzzor derdikevin pêş. Ji ber ku Emrîka û Rûsya li ser heman herêman mucadeleyê didin Hezîrana 2017an gelek caran rasterast hatin hemberî hev. Mucadeleya pêşî li Tanfê qewimî. Digel ku Emrîkayê li Artêşa Sûriyê û milîsên girêdayî Îranê ji esman ve bomberdûman kirin jî hêzên rejimê Tanf kontrol kirin. Ev hemle ji bo rêlibergirtina mixalifan ku nikarinin bimeşin Deyruzzorê krîtîk bû. Geşedanek wek vê li rojhilatê bakurê Sûriyê qewimî. Hêzên Piling ên ku li demeke dirêj e li rojhilatê Helebê kom dibûn, li rojavayê peravên Çemê Feratê pêşde çûn. Rejimê Meskeneya ku gelekî muhîm bû bi dest xist û rêya xwe vekir. Di demeke kin de heta başûrê Binkeya Eskerî Tebqayê jî çû ku di destê HSD/YPGê de ye. Bi vî awayî pir nêzîkî navenda bajarê Reqayê bû.

- Şerê di navbera YPG û hêzên rejimê de

Tam di vê kêliyê de bûyereke pir giring qewimî. HSD/YPGê xwest ku rê li ber pêşdeçûna rejimê li Reqayê bigire û sînorê li gor peymana Emrîka û Rûsyayê hatibû danîn derbas kir, li nîşîngeha Jadinê êrişê hêzên rejimê kir. Li ser vê rejimê HSD/YPG ji esman ve bomberdûman kir û firokeya cengê ya rejimê ji aliyê Emrîkayê ve hat xistin. Rûsyayê jî li dijî vê gava ku Emrîkayê ji bo parastina muttefiqên xwe yên li Saheyê avêtibû, peymana ewlehiya firînê betal kir. Piştî vê Emrîkayê ragihand ku droneke malê Îranê li Tanfê xistiye xwarê.

Heta demeke nêzîk jî Emrîkayê di ser HSD/YPGê re di mucadeleya li dijî DEAŞê de bi tena serê xwe hereket dikir, lê îdî divê bi cenahê din re reqabetê bike. Cenahê di pêşengiya Rûsyayê de her ku diçe nêzîkî herêmên YPGê û herwiha jî qada nifûza Emrîkayê dibe, ev jî pevçûnê bi xwe re tîne.

- Sehneya herî dawîn a pevçûnê Deyruzzor

Muhtemelen dê sehneya herî dawîn a vê pevçûnê li Deyruzzorê were dîtin. Îranê tam îşareta vê yekê da, roja firokeya Sûriyê hat xistin ji Kirmanşahê moşek avêtin û li hedefên DEAŞê yên li Deyruzzorê xistin. Digel vê milîsên girêdayî Îranê li Iraqê gihîştin sînorê Sûriyê. Dê hedefa hêzên rejimê jî pêşdeçûna li ser sînorê Iraqê û bidestxistina deriyê sînorî yê Ebû Kemal be.

Eger geşedanên eskerî wisa dewam bikin dê milîsên girêdayî Îranê û hêzên rejimê li sînorê Iraq û Sûriyê hev bigirin. Deyruzzor jî dê ji bo gihîştina vê hedefê yek ji kelehên dawîn be. Eger ev hevgirtina cografî pêk were dê hedefa Îran û rejimê piştre Heseke û Qamişlo be. Ev dever di bin kontrola YPGê de ne û mewcûdiyeteke zeîf a rejimê li vir heye. Heta niha di çarçoveya peymana bi YPGê re de rejimê hebûna xwe li wir didomand. Lê eger rejim bihêz bibe dê bixwaze ku van deverên emanetî YPGê kiribûn bi dest bixe. Di vê rewşê de îhtimaleke biqewet e ku reim/Îran û YPG şer bikin. Elametê vê jî niha dixuyên.

- YPG li pey tifaqên nû ye

Emrîka bi xistina teyareya rejimê nîşan dide ku dê muttefiqên xwe yên li saheyê biparêze. Lê di mucadeleya navborî de destê Îranê biqewettir e. Rewşa li rojhilatê bakurê Sûriyê ji aliyê Emrîkayê ve dibe ku bixitime. Eger şerê li dijî DEAŞê xelas bibe, dê zemîna meşrû û hiqûqî ya mayîna eskerî ji bo Emrîkayê ji holê rabe.

Emrîka dê binyada ku bi destê YPGê çêkiriye, li hemberî aktorên Îran, Sûriye û Iraqê jî biparêze. Lê herçiqas Emrîka di warê hêza esmanî û serdestiya teknolojîk de li pêş be jî dê rêxistinên çekdar hebûna Emrîkayê wek pirsgirêkeke hebûn û nebûnê ji xwe re qebûl bikin. Ji bo van deveran ji Emrîkayê re bikin cihên neewle ji niha ve dixebitin. Ji rojhilatê Sûriyê hêzên girêdayî Îranê pêşde diçin, herwiha li Minbîc, Meskene, Heseke û Qamişloyê hêzên girêdayî rejimê bi piştgiriya milîsên Îranê tên avakirin. Komên bi navê Heşdî Şebiya Sûriyê xwe birêxistin dikin dê berê xwe bidin YPG û Emrîkayê.

YPG jî zexta Îran û rejimê ya ku zêde dibe ferq dike û loma jî hewl dide bikeve nav tifaqeke nû. Li gor hin xeberan berpirsên Urdin, Ingîltere, Emrîka, Îmarat û Siûdiyê li Hesekeyê kom bûne û di miqabilî sekinandina Îranê de li hev kirine ku piştgiriyê bidin YPGê. Ev jî nîşan dide ku dawiya stratejiya "serkeftî" ya YPGê tê ku di navbera cenahan de tercih nedikir û piştgiriya hemûyan distend. YPG/PKK her ku diçe mecbûrî tercihekê dibe. Ev jî dê wê bike aliyekî şer.

- Dibe ku bedelê Emrîka bide zêde be

Ji bo Emrîkayê astengî û zehmetiya herî mezin ew e ku di vê mucadeleyê de tu aktorên herêmî negirtiye cem xwe. Faktora şansê serkeftina Îranê zêde dike jî ev e. Îran ji aliyekî ve bi saya Rûsyayê li hemberî Emrîkayê hevsengiyê çêdike û saheya esmanî ya Sûriyê ji bo Emrîkayê tîne halekî xeternak. Ji aliyekî din ve bi wasiteya wekîlên xwe yên li Sûriye, Iraq û Libnanê aktora herî bihêz e li saheyê.

Tirkiyê demeke dirêj hewl da ku Emrîkayê qanih bike operasyona Reqayê bi hev re bimeşînin. Lê ev teklîfa wê bêcewab ma. Emrîkayê aktoreke ji derveyî dewletê û rêxistineke terorî ya ku Tirkiye ji bo berjendiyên xwe yên heyatî wek tehdîd dibîne ji xwe kir muttefiq. Dê çi qasî bikaribe li ber xwe bide, ev pirsxalek e.

Tirkiye li aliyê din ê sînor ji bo Emrîkayê dê destê wê rehet neke. Berevajiyê vê dema şert û merc li hev hatin dê bi YPGê re mucadele bike. Emrîka hê jî aktora herî bihêz a sîstema navneteweyî ye û dikare roleke lîstikê biguherîne bilîze. Lê ev hemle dê ji bo Emrîkayê pir bimaliyet be. Îran û Sûriye meseleyê heyatî dibînin loma jî kapasîteya wan a bedeldayînê zêdetir dibe. Loma jî encama mcadeleya li rojhilatê bakurê Sûriyê di cewaba vê pirsê de veşartî ye: "Emrîka ji bo parastiya qada nifûza xwe û herêmên YPGê amadeyî dayîna çi qas bedelî ye?"

[Oytun Orhan - Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilatê Navîn ORSAM)]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın