Tirkiye, Nûçeyên analîzê

Têkoşîna 'bisebir' a hêzên ewlehiyê rê li ber mirina sivîlan digre

Pisporên ewlehiyê gotin, li herêmên ku hêzên ewlehiyê li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz operasyonê dikin, ji ber têkoşîna bisebir a hêzên ewlehiyê sivîl namirin.

22.06.2016 - Rojanekırın : 23.06.2016
Têkoşîna 'bisebir' a hêzên ewlehiyê rê li ber mirina sivîlan digre

Ankara

ANKARA

Pisporên ewlehiyê gotin, li herêmên ku hêzên ewlehiyê li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz operasyonê dikin, ji ber têkoşîna bisebir a hêzên ewlehiyê sivîl namirin. Hêzên ewlehiyê heta ku jê emîn nebin, li benda kesên ku di şer da hember wan in, disekinin.

Pisporê ewlehiyê Abdullah Agar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku endamên rêxistina terorê ji bo ku xwe veşêrin, gelê sivîl didin pêş.

Agar diyar kir, "Terorîstek heye, lê li pêşiya wî jinek û zaroka jinikê heye. Hûn ê çawa bi vî ra têkoşînê bidin?" û wiha got, ev rewş di eslê xwe da konsepta ku rêxistina terorê ya cudaxwaz di serî da dişopîne, dide nîşan.

Agar destnîşan kir, rêxistina terorê gel ji bo berjewendiyê xwe tehdît dike û wiha dewam kir, "Di têkoşîna li dijî rêxistina terorê da divê meriv terorîst û sivîlan ji hev biqetîne, ji bo vê dem, hewl û nêzîkbûn divê. Dema ku hêzên ewlehiyê nêzîk dibin jî dibin hedef. Ji bo ku tu fêm bikî kesê pêşberî te terorîst e û sivîl e, divê mirov temas bike. Vê carê jî zaiyat çêdibe."

- "Heta niha tim pêşiyê PKKyê êrîş kiriye"

Pisporê ewlehiyê Mete Yarar destnîşan kir li herêmên ku li dijî terorê têkoşîn tê dayîn pêşiyê dîmenên kesên ku tên tehliyekirin di çapemeniyê da derketin. Yarar diyar kir ku dema em li hejmaran dinihêrin mirina kesên sivîl hema bibêje qet tuneye û wiha dewam kir: "Heger rewş berevajiyê vê bûya wê PKKyê ji bo propgandayê biemilandina."

Yarar diyar kir ku dema li herêmê pevçûn derkeve, heqê hêzên ewlehiyê ye pêşiyê guleya berdin û wiha xeberda: "Hêzên ewlehiyê dema kesekî tesbit bikin, dikarin guleyê berdinê. Lê bi taybetî dema li bajêr bin ji ber ku nizanin kî ye, disekinin û guleya bernadin. Heta niha tim pêşiyê PKKyê êrîş kiriye. Mixabin gelek leşker jî ji ber vê şehît ketin. Ji ber vê em dikarin bibêjin ku îro mirina kesên sivîl hema bibêje qet tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın