polîtîkayên çapemeniya civakî


Anadolu Agency;

  • Medyaya Civakî wek rêya herî aktîf ya nûçe û ragihandinê dibîne.
  • Plan û projeyên xwe yên çarçoveya Vîzyona Sala 100emîn li ser konsepta “Medyaya Nû” ava dike ku ev konsept ji medyaya sosyal pêk tê.
  • Di vê mijarê de hesas e û hêvî dike ku xebatkarên wê medyaya sosyal bi kar bîne û bişopîne, lewra giringiyeke mezin dide vê xalê.
  • Hêvî dike ku xebatkarên wê medyaya sosyal bi awayekî aktîf bi kar bîne, ji hemû geşedanên dinyayê demildest haydar bibin û agahî û tecrubeyên xwe zêdetir bikin.
  • Bi rabirdûya xwe ya xurt û hedefên xwe yên mezin ên ji bo paşerojê ve wisa bawer dike ku tene dikare bi vê rêyê di paşerojê de piştgiriyê bide qada medyayê.
  • Ji bo ku xebatkarên wê van yekan pêk bînin, wek krîter “Rêgezên Weşana Nûçeyan” qebûl dike û li gor krîterên jêr tev digere û giringiyê dide van krîteran.

Xebatkarên Anadolu Agencyê;

  • Li gor pêdiviya peywendiya xwe, di hesabên xwe yên medyaya sosyal de aîdiyeta xwe ya Anadolu Agencyê eşkere dikin.
  • Li gor cidîbûna Anadolu Agencyê û pêdiviya pîşeyê xwe, di hemû parvekirinên li ser medyaya sosyal de bi awayekî hesas rîayet dikin.
  • Lînka naverokên ku di hesabên medyaya sosyal yên fermî yên Anadolu Agencyê de an jî di navnîşana aa.com.tr’yê de tên parvekirin, didin û piştgiriyê didin nasandina Ajansê.
  • Heke ajans ji ber hincetekê nûçeyekê neweşîne an jî wê nûçeyê hêja nebîne, dikarin bi destûra edîtorê rayedar wê nûçeyê parve bikin. 

Ji bo ku ji parvekirinên medyaya sosyal yên ji bilî nav,

  • navnîşan û çarçoveya ku rêvebiriya Ajansê kifş kirine, nûçeyê çêbikin, ji edîtorê têkildar destûrê dixwazin.
  • Ji nûçe, wêne, dîmen, fikr û raman û şîroveyên ku wê zirarê bidin rêgezên bêalîtî, rastî û pêbaweriya Ajansê dûr disekinin. Her wiha ji heman tiştên ku wê zirarê bidin tevahiya saziyê an jî bibin sedema zirara madî an jî manewî ya saziyê dûr dikevin.
  • Heta pirsgirêka mafên telîfa wêne û dîmenên ku li ser medyaya sosyal tên parvekirin, neyê çareserkirin, wan wêne û dîmenan nakin nûçe.

Di parvekirinên xwe de;

  • cih nadin gotin, deng, dîmen û agahiyên veşartî û belgeyên ku li dijî rêgezên weşana Anadolu Agencyê ne. Her wiha cih nadin gotin, deng, dîmen û agahiyên veşartî û belgeyên ku kes, sazî, bawerî, netewe, zayend û çandan piçûk dixe, rencîde dike an jî wek hedef nîşan dide.
  • Ji parvekirinên ku di naveroka wan de teşwîqa tundiyê hebin, ji parvekirinên ku naveroka wan dibe sedema tirs û travmayan, ji parvekirinên ku zirarê didin rêgezên wekhevî û edaletê, ji parvekirinên ku rûmeta mirovan biçûk dixe û cudakariyê teşwîq dike, direvin û nabin destiyê dasê.
  • Tercîhên xwe yên siyasî eşkere nakin an jî rê nadin dezgeh an jî propagandayên bi vî rengî.
  • Her cure agahî an jî îstixbarata ku dibin nûçe, çavkaniya wê çi dibe bila bibe, heta ku bi Ajansê re parvenekin û neyê weşandin, di hesabên xwe yên şexsî de ranagihînin.