Perwerdehî

"20 hezar mamoste wê bên tayînkirin"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yilmaz daxuyand ku di sala 2018an de 20 hezar mamoste wê bên tayînkirin.

20.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
"20 hezar mamoste wê bên tayînkirin"

Ankara

ANKARA

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz di bernameyeke zindî ya TRTyê de pirs bersivandin.

Yilmaz der barê tayîna mamosteyan de wiha got: "Bila budçeya me qebûl bibe, paşê em ê daxwaza xwe pêşkêşî heyeta ku ji Serokwezîrê me, Wezareta Darayiyê û Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî pêk tê, bikin. Ew ê rewşa Tirkiyeyê û budçeyê binêrin û destûrê bidin me. Di sala bê de kêm an zêde qasî 20 hezar mamoste wê înşallah bên tayînkirin. Em îlanan di meha sibatê de didin, ezmûnan di meha gulanê de dikin û di meha tebaxê de jî mamoste dest bi wezîfeya xwe dikin."

Ezmûnên lîseyan

Wezîr Yilmaz der barê modela nû ya derbasbûna lîseyê de wiha axivî: "Em ê di nav mehekê de pêşkêşî Lijneya Wezîran bikin. Heke ew bibêjin "temam e" em ê paşê eşkere bikin. Lê heke bibêjin "Na, li ser vê xalê verastkirin divê bên kirin, xebat bên kirin" nabe. Ji ber vê heke ew demekê eşkere bikin û telîmata verastkirinê bidin û paşê em vê derengî bixin, wê bibêjin 'Hat gotin, lê nehat kirin'. Ji ber vê di nav demeke kin de ev xebat wê bê kirin."

Yilmaz behsa perwerdekirina zarokan kir û wiha pê da çû: "Bila welatiyên me ji vê yekê emîn bin, heke malbatek nexwaze zaroka xwe bişîne lîseya pîşeyan an lîseya îmam xetîbê, lîseya anadoluyê, lîseya fenê, lîseya zanistên sosyal, Wezareta Perwerdeya Neteweyî tu zemanî nikare wê zarokê bişîne dibistana ku malbata wî zarokê naxwaze. Ango ku malbat nexwazin em nikarin ewladên wan bişînin dibistanekê. Kîjan dibistan herî zêde nêzî malê be, wê di wê qadê da... Mebesta me ew e ku di perwerdeyê de firsenda her kesî wekhev be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın