Perwerdehî

Betlaneya nîvê salê kuta dibe

Nêzî 18 milyon xwendekar û milyonek mamoste wê sibê dest bi serdema duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê bikin

İbrahim Atmaca  | 04.02.2018 - Rojanekırın : 04.02.2018
Betlaneya nîvê salê kuta dibe

Ankara

ANKARA 

Piştî betlaneya nîvê salê serdema duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê ya 2017-2018an sibê dest pê dike.

Nêzî 18 milyon xwendekarên ku pêşdibistan, dibistana seretayî û lîseyan da dixwînin û milyonek mamoste wê sibê dest bi serdemê bikin.

Serdema duyemîn wê di 8ê hezîranê roja înê kuta bibe. Betlaneya havînê wê nêzî 3 meh nîvan bidome û sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an wê di 17ê îlona 2018an da roja duşemê dest pê bike.

- Ezmûn

Ji bo saziyên hîndekariya navîn yên ku wê îsal cara ewil bi ezmûna navendî va xwendekaran hildin, ezmûn wê di 2yê hezîranê da çêbibe. Ji aliyekî din va ji bo polên 5, 6, 7, 8, 9, 10 û 11emîn Ezmûna Bûrsê ya Saziyên Hîndekariya Seretayî û Navîn jî wê di 3yê hezîranê da were kirin.

Rûniştina yekemîn a Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind wê di 23yê hezîranê da, Rûniştina Zimanê Biyanî jî wê di 24ê hezîranê da were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın